Li mizgeftên Kurdan sîstema hevserokatiyê!
Li mizgeftên Kurdan sîstema hevserokatiyê!
Li mizgeftên Kurdan sîstema hevserokatiyê!
Mizgeftên ser bi Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) ku li Ewropayê xizmeta olî dide, derbasî pergala hevserokatiyê dibe. Li bajarê Elmanya Wuppertalê Mizgefta Ehmedê Xanî bi kongreyekê pergala hevserokatiyê pejirand. Li Mizgefta Şêx M. Emîn a li Hagenê jî jin bi kota ji sedî 40 tê temsîlkirin.
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi dehan mele û kadroyên xwe re bi salane xizmeta olî dide. CÎK ku navenda wê li bajarê Elmanya Hagenê ye, tevî Elmanya û welatên Ewropa û Skandînavyayê, xwedî 33 mizgeftan e. Her sazî, her sal çalakiyên cihêreng lidar dixin û xizmetê didin. Birina heciyan, çalakiyên meha Remezanê yek ji van aktîvîteyane. CÎK bi xebatên xwe yên sala dawî re ber bi sazîbûnê ve diçe. Sazî dixwaze bi taybetî jî jin û ciwanan di bin sîwana xwe de vehewîne.
Pergala hevserokatiyê ku li demokrasiyên pêşve rû derdikevin pêk, yek ji hedefên CÎK'ê ye. Sazî, li hemû mizgeftên pê ve girêdayî, dixwaze vê sîstemê bicih bîne. Her weha Mizgeftên Kurd ên li bajarên Elmanya Wûppertal û Hagenê, di kongreyan de kotaya ji sedî 40 ji jinan re hat veqetandin. Û bi vî rengî pêşî li wan hat vekirin ku di rêveberiya mizgeftan de cih bigirin.
Li Mizgefa Ehmedî Xanî ya li bajarê Wûppetalê di kongreya dawî de pergala hevsserokatiyê hat hilbijartin û rêveberiye ji 9 kesan ku 3 jê jin in, hat destnîşankirin.
Hevseroka mizgeftê Yadîn Atabey ji vê pergalê gelekî kêfxweş e. Atabey da xuyakirin ku destpêkê wan zehmetî kişandine, lê belê bi tevlêbûna jinan li rêveberiya mizgeftê re guhertinên berbiçav derketine holê û got, "Cihê jin lê tinebe, ew cih wêranbûyî ye. Mizgefta me bi jinan re, zindî bû. Çûn û hatin zêde bûn. Em ji sîstemê gelekî razî ne."
Li mizgefta Şêx M. Emîn ku bi alîkariya Kurdên li Hagenê dijîn hat kirrîn, kotaya ji sedî 40 ê jinan di rêveberiyê de cih digirin. Di kongreya rojên derbasbûyî de ji bo rêveberiya ji 9 kesan a mizgeftê Sevda Denîz, Dûygû Uzer û Aysel Gul li ser navê jinan hatin hilbijartin.
Rayedarên Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) pergala hevserokatiyê û kotaya ji sedî 40 ya zayendî ya li mizgeftên Kurdan, ji bo guhertina civakê weke gaveke erênî dibînin. Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Mele Muhîttîn da xuyakirin ku sîstema hevserokatiyê di warê olî de ne pirsgirêk e û got, "Xweda, jin jî mêr jî wekhev afirandiye. Herdu jî di xizmetê de xwedî heman mafî ne. Ev jî xizmeteke. Ji ber vê yekê, di warê dînî de ti pirsgirêka vê tineye. Rewşeke erênî ye. Jin jî mêr jî xizmetê dikin.