Li Mihabadê kurdek hate binçavkirin
Li Mihabadê kurdek hate binçavkirin
Li Mihabadê kurdek hate binçavkirin
Li bajarê Mihabad yê Rojhilatê Kurdistanê rejima Îranê kurdek din bi hincetên siyasî binçav kir.
Li gorî nûçeya ajansa Kurdpa, li gundê Îndirqaş yê nêzî Mihabadê rejima Îranê welatiyekî binavê Yûnis Meirûfî binçav kir. Li gorî şahidan dema ku Meirûfî hate binçavkirin lê xistine. Nayê zanîn ka Meirûfî birine kuderê.
Li Îranê kesên ku bi piştgirî û endambûna partiyên muxalif têne sûcdarkirin, li ser wan metirsiya îşkenceyên giran û darvekirin heye. Gelek girtiyên siyasî, di rûniştinên çend deqîqeyan de bi cezayên giran têne ceza kirin.