Li Mexmûr Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi girseyî hatin bîranîn

Li Mexmûr Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi girseyî hatin bîranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem bi munasebeta bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê merasimeke bi heybet hat organîzekirin. Di bîranînê de axaftin hatin kirin, sînevîzyon hat temaşekirin û komên wargehê stran gotin. 

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem (Mexmûr) bi munasebeta bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê duh bi şev li gorî demjimêra herêmî di demjimêr 20:00’an de li Saziya Malbatên Şehîdan bîranîneke ku bi sedan niştecihên wargehê beşdar bûn hat lidarxistin.

Bîranîn, bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistanê destpê kir. Piştre li ser giringî û berxwedana 14’ê Tîrmehê Rojiya Mirinê ya Mezin Endamê Koordînasyona Meclîsa Gel Ferhad Mêrdîn axivî. Mêrdîn ku bal kişand ser bandora berxwedana 14’ê Tîrmehê wiha got, “14’ê Tîrmehê di dîroka têkoşîna gelê Kurd de xwedî cihekî pir bilind û taybet e. Di salên 1980’an de ji bo ew siyaseta redkirin û tunekirinê ya dewleta dagirker a Tirk li ser gelê Kurd bê şikandin û li dijî Darbeya 12’ê Îlonê ya dewleta Tirk van hevalan li Zîndana Amadê bi  Rojiya Mirinê ya Mezin bersiv dane van kiryarên derveyî mirovatiyê yên dewleta Tirk. Mehmed Xeyrî Durmuş, Akîf Yilmaz, Kemal Pîr û Alî Çîçek ji bo ku êşkence û siyaseta înkarê ya dewleta Tirk dimeşand  vala bê derxistin û ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd bigihêje armanca xwe ev çalakî pêk anîn. Pêwîste em jî heya dilopa dawî ya xwîna xwe li pey doza wan bimeşîn.”

Piştî axaftina Ferhad Mêrdîn, sînevîzyona ku li ser 14’ê Tîrmehê hatibû amadekirin, behsa jiyana her çar kadroyên pêşeng ên têkoşîna azadiya gelê Kurd dikir hatibû amadekirin hat temaşekirin.

Di dawiyê de jî Koma Zagros stran gotin û bîranîn bi dirûşmayên  “Şehîd namirin” , “Bijî Serok Apo” hatin gotin.