Li Merîwanê şer di navbera komekî Selefî û leşkerên rejîmê de rû da
Li Merîwanê şer di navbera komekî Selefî û leşkerên rejîmê de rû da
Li Merîwanê şer di navbera komekî Selefî û leşkerên rejîmê de rû da
Li gundekê nêzîkê bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê şer di navbera komekî Selefî û hejmarekî gelek ya leşkerên rejîma Komara Îslamî ya Îranê de qewimî.
Li gorî zanyariyên ku bi dest ketine, duh êvarê li gundê girêdayî bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê di navbera komekî leşkerên Selfî û hêzên leşkerî yên rejîma Komarî Îslamî Îranê de rû da. Serçaveyên herêmî diyarkirin ku, di vî şerî de hejmarekî leşkerên rejîma Komara Îslamî ya Îranê hatine kuştin û birîndarkirin.
Belê heyanî niha jî ne diyare ka zererên koma leşkerên Selefiyan çine. Heman serçave radigehîne ku, şer bi şêweyekî ji nişkave qewimiye û ji seatekê zêdetir berdewam kiriye. Piştî şer jî hêzek mezin ya Pastar û leşkerên rejîmê veguhestîne navçeyê. Giringe ku bêjîn heyanî niha jî sedemê derketina şer diyar nebûye û hîna jî ji herdû aliyan daxuyaniyek zelalkirinê ya di derbarê pevçûnê de nehatiye kirin.