Li Mêrdînê meşa ber bi avahiya AKP'ê ve
Li Mêrdînê meşa ber bi avahiya AKP'ê ve
Li Mêrdînê meşa ber bi avahiya AKP'ê ve
Platforma Demokrasiyê ya Mêrdînê, bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Kobanê, ber bi avahiya AKP'ê ya bajêr ve meşek li dar xistin.

Gelek kesên li Parka Karayollari ya navçeya Artûklûyê hatin cem hev, bi dirûşmayan ber bi avahiya AKP'ê ve meşiyan.
Di meşê de tevî Platforma Demokrasiyê ya Mêrdînê, endamên DBP'ê jî beşdar bûn. Hevşardara Artûklûyê Sevînç Bozan, Cîgirê Hevşaredarên Artûkluyê Ahmet Avci jî beşdarî çalakiyan bûn. Di meşê de dirûşmayên dilsoziya bi PKK, Ocalan û YPG'ê re hatin gotin.

Komê li Cadeya Valî Ozan rê li trafîkê girt û ji vir meşiyan ber avahiya bajêr a AKP'ê. Polîsan li derdora avahiya AKP'ê tedbîrên berfireh girtin. Li ser navê komê, Serokê Şaxa Mêrdînê ya ÎHD'ê Erdal Kuzu daxuyaniyek da û bal kişand ku Kurd li Kobanê ne tenê ji bo Kurdan têdikoşin, ji bo hebûna hemû mirovahiyê têdikoşin.
Piştî daxuyaniyê, bi qasî 5 deqeyan, li ber avahiya AKP'ê çalakiyeke rûniştinê hate lidarxistin. Di dema çalakiyê de dirûşm hatin gotin û çepik hatin lêdan. Piştî çalakiya rûniştinê, girse careke din dest bi meşê kir û li Parka Karayollari belav bû
.