Li Mêrdînê kesek hat girtin

Li Mêrdînê kesek hat girtin

Li Mêrdînê ji 3 kesên hatin binçavkirin kesek bi sedema, “endamê rêxistinê” ye hat girtin.

3 kesên berî niha bi 2 rojan li ser rêya Nisêbînê ber bi Bedlîsê ve diçûn hatin binçavkirin, piştî karûbarên li Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê sewqî Edliyeya Mêrdînê hatin kirin.  

Dadgehê der barê Rêveberê SES’ê yê Şaxa Bedlîsê Erkan Yilmaz û Serokê berê yê Şaxa SES’ê Sedat Guler biryara berdanê, der barê karkerê Şaredariya Kayapinar Hakki Azarak de jî biryara girtinê da. Azarak şandin Girtîgeha Sergirtî ya Mêrdînê.