Li Mêrdînê ji bo gerîla Aksoy mewlûd hate dayîn
Li Mêrdînê ji bo gerîla Aksoy mewlûd hate dayîn
Li Mêrdînê ji bo gerîla Aksoy mewlûd hate dayîn
MEYA-DER'a Mêrdînê ji bo gerîla Murat Aksoy (Têkoşer Qoser) mewlûd da. Di mewlûdê de Yilmaz Eren axivî û got: "Ciwanên me ji bo azadiya gelê Kurd bedenên xwe dikin sîper. Em ê jî li ser rêya wan bimeşin.”
Şaxa MEYA-DER'ê ya Mêrdînê, ji bo gerîlayê HPG’ê Murat Aksoy (Têkoşer Qoser) ku li Geliyê Kirdimê ya di navbera Dêrsim û Çewlikê de di 27'ê Adara 2013'an de di qezayekê de jiyana xwe ji dest da, li taxa Îpekê ya Qosera Mêrdînê li kona sersaxiyê mewlûd da. Di Mewludê de, KCD, rêveberên bajar û navçeyên BDP'a Mêrdînê, Şaredarên BDP'î, endamên meclîsên şaredariyê, HDK, MEYA-DER, MADAY-DER, KURDÎ-DER, ÎHD, TUHAD-DER, NÇM, Navenda Jinê ya Nûda, Navenda Etutê ya Mehmet Yalçin, Endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê jî di nav de bi sedan kes tevlî mewlûdê bûn.
Li konê sersaxiyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û posterên gerîla Aksoy, alên KCK û HPG'ê hatin vekirin. Piştî duayan sloganên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" hatin qîrkirin. Komê li konê sersaxiyê ji bo kesên di têkoşîna demokrasi û azadiyê de jiyana xwe ji dest dan deqîqeyek rêz hat girtin, Rêveberê MEYA-DER a Mêrdînê Yilmaz Eren axivî û da zanîn ku, kesên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane her dem di dilê wan de ne û wiha got: "Ciwanên me ji bo azadiya gelê Kurd bedenên xwe dikin sîper. Em ê jî li ser rêya wan bimeşin. Em ê heya dawî têkoşînê bidin. Gelê Kurd ji bo nasname û zimanê xwe gelek berdêl dane. Hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînîn." Piştî axaftinan xwarin hat dayîn.