Li Mêrdîn û Qilabanê faliyetên kemîn danînê

Li Mêrdîn û Qilabanê faliyetên kemîn danînê

Hate hînbûn ku, artêşa Tirk li gundên navçeya Mahsert ya Mêrdînê û navçeya Qilaban ya Şirnexê faliyetên kemîn danînê pêktîne.

Li rexmî ku gêrîlayên HPG’ê ji 8’ê Gulanê û vir ve di çarçoveya pêvajoya çareseriya demokratîk de di pozîsyona vekişînê de jî, artêşa Tirk faliyetên xwe yên kemîn danîn û operasyonan didomîne.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, roja 13’ê Hezîranê leşkerên Tirk şev di demjimêr 21:30’an de bi wesayîtên zirxî li derdora gundê Yêktê, Xanî Sara û Kaverexê yên navçeya Mezhertê ya Mêrdînê kemînan didanin.

Li derdora gundên Tenînê, Ava Spî û Kêla biçûk yên Qilabanê jî koma paramîlîter ya girêdayî dewletê ya weke Tîma Xencer tê zanîn, keşîf û kemînan didanin.