Li Meletiyê banga 'Hikûmet gav biavêje'
Li Meletiyê banga 'Hikûmet gav biavêje'
Li Meletiyê banga 'Hikûmet gav biavêje'
Di çarçoveya kampanyaya 'Hikûmet Gav Biavêje' de rêxistina BDP'ê ya Meletiyê çalakiyek li darxist û wiha bang kir: "Ey hikûmet, ey serokwezîr gav bavêjin. Ji bo aştiyeke bi rûmet, demokrasî, wekhevî û azadiyê gav biavêjin. Dibe ku ev şansê we yê dawî be."
Rêxistina BDP'ê ya Meletiyê di çarçoveya kampanyaya 'Hikûmet Gav Biavêje' de li parka Soykanê çalakî lidarxist. Rêvebirên Partiya Kedê (EMEP), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn. Girseyê bênavber sloganên "Gav bavêje hikûmet" û "Bijî Serok Apo" qîr kirin.
Hevserokê rêxistina BDP'ê ya Meletiyê Abuzer Yavaş axaftinek kir û wiha got: "Em bi ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê li virin. Tevgera Azadiya Kurd li gorî pêvajoyê hemû gav avêtin, lê dewlet li hember pêkanîna demokratîk gav navêje. Em li Meletiyê bangî dikin; Ey hikûmet, ey serokwezîr gav bavêjin. Ji bo aştiyeke bi rûmet, demokrasî, wekhevî û azadiyê gav bavêjin. Dibe ku ev şansê we yê dawî be."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.