Li Meksîkayê hejmara xizanan a di rêveberiya lîberal de 2 mîlyon zêde bû

Li Meksîkayê di du salên desthilatdariya Serokdewletê lîberal Enrîqûe Pena Nîeto de, ku bi sozên qedandina xizantiya dijwar hat ser desthilatdariyê, hejmara xizanan 2 mîlyon zêde bû.

Li Meksîkayê di du salên desthilatdariya Serokdewletê lîberal Enrîqûe Pena Nîeto de, ku bi sozên qedandina xizantiya dijwar hat ser desthilatdariyê, hejmara xizanan 2 mîlyon zêde bû.

Li gorî hejmarê ji aliyê Konseya Kontolkirina Polîtîkayên Pêşveçûna Civakî ya Meksîkayê (Coneval) ve hatin weşandin, ji sala 2012'an dema dstpêkirina wezîfeya Serokdewletê lîberal Enrîqûe Pena Nîeto û vir ve, xizanî zêde bûye.

Hejmara mirovên li welêt di binê sînorê xizaniyê de dijîn, bi zêdebûna 2 mîlyonan re gihîşt 55,3 mîlyonan. Ev yek jî ji sedî 46,2 ê gelê Meksîkayê ye.

'JI SEDÎ 9,5 DI NAVA XIZANIYA ZÊDE DE DIJÎN

Li vî welatê xwedî nifûsa ji 120 mîlyonî, hejmara mirovên 'xizaniya zêde' ya mirovên nikarin ji xizmetên bingehîn ên weke perwerde, tenduristî, lojman û xwedîkirinê sûdê werbigirin, bi tenê 90 hezar kêm bû û bû 11,4 mîlyon. Yanî ji sedî 9,5 ê tevahiya civakê di nava vê kategoriyê de ye.

Nuqteyeke din a rapor balê dikişîne ser, derfetên meşandina jiyaneke bi derfetên 'têr' e. Li gorî vê yekê bi tenê hatineya 24 mîlyonan têra tedarikkirina pêwîstiyên bingehîn dike. Ev jî bi tenê ji sedî 20,5 ê civakê ye.

Siyasetmedarên lîberal Enrîqûe Pena Nîeto yê li Meksîkayê di hilbijartinên 2012'an de bi ser ket, bi soza ku wê li dijî birçîbûna bandorê li 7 mîlyon mirovan dike, şer bike.

Di sala 2013'an de aboriya vî welatî bi rêjeya ji sedî 1,1 zêde bû û di sala 2014'an de jî di rêjeya ji sedî 2,1 de mabû. Serokdewlet soz dabû ku wê aboriyê bi rêjeya ji sedî 2,5 heta 3,5 mezin bibe.