Li Mannheimê meclîsa ciwanan hat îlankirin
Li Mannheimê meclîsa ciwanan hat îlankirin
Li Mannheimê meclîsa ciwanan hat îlankirin
Ciwanên Kurd ên li bajarê Elmanya Mannheimê dijîn, di 9'ê Hezîranê de li Komeleya Çanda Kurd a Ludwigshafenê kongreya xwe lidar xistin û Meclîsa Ciwanan a Şehîd Rohanî Amed damezrandin. Kongre yadî sê şoreşgerên jin ên li Parîsê hatin kuştin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hat kirin û bi hilbijartina dîwanê, deqeyeke rêzgirtinê û destnîşankirina rojevê, destpê kir.
Di kongreya bi beşdariya 60 delegeyan de, rapora xebatê ya salekê, peyamên Komalên Ciwan û komîsyona jinên ciwan li Ewrûpayê hatin xwendin. Nivîskara rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Meral Çîçek di axaftina xwe ya li vê derê de, ji bo çareserkirina pirsgirêkên ciwanên Kurd û têkoşîna li dijî qirkirina çandê û pûçbûna Modernîteya Kapîtalîst, bal kişand ser girîngiya rêxistinbûyîna meclîsê.
Di kongreyê de, komîsyonên rêxistinbûyîn, çand, têkiliyên bi derve-çapemenî, jinên ciwan û xwendekaran ên Meclîsa Ciwanan a Şehîd Ronahî Amed hatin damezarandin û endam û hevberdevkên meclîsê hatin hilbijartin. Di kongreyê de, ji ciwanên li Mannheimê re ji ber xebatên wan ên serketî xelat hat dayîn û hat destnîşankirin, ku ciwan wê bi awayekî çalak cihê xwe di pêvajoya çareseriyê de bigirin.