Li Lûzernê piştgiriya bi Taksîmê re

Li Lûzernê piştgiriya bi Taksîmê re

Li bajarê Swîsre Lûzernê, bi armanca piştgirîdayîna berxwedana li Taksîmê, çalakyek hat lidarxistin.

Meşa piştgiriyê, bi beşdariya 300 kesên ji Meclîsa Gelê Kurd a li Lûzernê, MLKP, Komeleya Elewiyan ÎHDF û derdorên Çepgir ên Tirkiyeyî ve pêk hat. Di çalakiyê de ji bo bîranîna kesên di bûyerên Taksîmê de jiyana xwe ji dest dane û hemû têkoşerên şoreşger ên jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hat girtin.

Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Her der Taksîm e, her der berxwedane", "Ez jî talankar im", "Erdogan îstifa" hatin vekirin. Çalakî li ber stasyona trenê ya li navenda Lûzernê bi dawî bû.