Li Londonê ji bo azadiya Ocalan îmze hatin berhevkirin

Li Londonê ji bo azadiya Ocalan îmze hatin berhevkirin

Li paytexta Îngilîstan Londonê, YXK-Brîtanya û Meclîsa Ciwanan a Ozgur Ronî, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên Kurd, îmze berhev kirin. Doh li paytexta Îngilîstan Londonê li herêma Westminister gelek îmze hatin komkirin.

Li meydana pêşberî Parlamenta Îngilîstanê, doh bi hezaran Sîkh'î bi armanca azadiya Profesor Devinder Pal Singh Bhullar ê bi cezayê darvekirinê hatiye cezakirin û şermezarkirina komkujiya hêzên çekdar ên Hîndîstanê di sala 1984'an de li dijî Sîkh'yan pêk anîbû, li hev kom bûn.

Ciwanên Kurd jî, ji aktîvîstên Sîkh'î di nava çend saetan nêzî hezar îmze ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên Kurd kom kirin. Di nava kesên mora xwe avêtin binê kampanyayê de, hîndekarên zanîngehê, derhêner, doktor, rojnamevan, muhendîs, parêzvanên mafên mirovan û gelek komên pişeyî hene.

Ciwanan bi vê kampanyayê re der heqê tevgera azadiyê ya Kurd û şerê bi dewleta Tirk re agahî dan biyaniyan.

Yek ji berhevkarên îmzeyan Koordînatora YXK-Brîtanya Elîf Sarican got, "Gelê Sîkh'ê me bi hêsanî fêm kir, ji ber ku rewşa wan jî hinekî dişibe ya me û ji ber vê yekê piştgirî dan. Heta niha der heqê rewşa gelê Sîkh'ê de zêde agahiya min nebû, lê belê gava min ji wan re behsa pirsgirêka Kurd kir, min ew hîn baştir fêm kir.