'Li Licê pira biratiya gelan'
'Li Licê pira biratiya gelan'
'Li Licê pira biratiya gelan'
Heyeta HDK'ê, ji bo "pira aştî, biratî û wekheviya gelan' ava bike, çû serdana Malbata Medenî Yildirim ê di protestoya qereqola gundê Hêzan ê navçeya Amed Licê ji aliyê leşkeran ve hat kuştin. Di çalakiya li ber qereqolê de malbata Yildirim û Ethem Sarisuluk ê di meha Hezîranê de li Enqerê bi guleya polîsan hat kuştin, hatin cem hev. Birayê Yildirim Ersîn Yildirim got, "Birayê min ji bo şermezarkirina qereqolê hat vê derê û bi bê wicdanî hat kuştin. Gelo mafê wan heye?" Birayê Ethem Sarisuluk Îkrar Sarisuluk jî got, "Emê pira biratiya gelan dewam bikin."
Li cihê Medenî Yildirim roja 29'ê Hezîranê lê hat kuştin, li ber qereqola jendermeyan a Hêzanê meşek hat lidarxistin. Di meşê de Dayika Aştiyê Munîbe Koç, ji malbata Ethem Sarisuluk Îkrar Sarisuluk û Çîgdem Sarisuluk, civata HDK'ê, Însiyatîfa Ethem Sarisuluk, Komeleya Çandê ya Dêrsimê, nûnerên KESK, SDP, TKP, TPK-1920, Kaos-GL û Malên Gel amade bûn. Dayika Medenî Yildirim Fahriye Yildirim, bira û xizmên wî, parlamentera BDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, Hevserokê BDP'ê yê Amedê Mehmet Emîn Yilmaz, Şaredara Licê Fîkriye Aytîn, Meclîsa Amedê ya HDK'ê, Federasyona 78'an, Dayikên Aştiyê û Piştgiriya Taksîmê jî di çalakiyê de cih girtin.
Girseya gel li ketina gundê Hêzanê ji wesaîtan peya bû û pankarta bi wêneyên Medenî Yildirim û Ethem Sarisuluk a bi nivîsa "Gelê Licê wê hesabê şehîdê pêvajoya rizgariya demokratîk hevalê Medenî Yildirim bipirse" vekir û dest bi meşê kir.
Li cihê Medenî Yildirim hat kuştin, li ber qereqola jendermeyan a Hêzanê endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDK'ê Gulîstan Aydogdû axaftinek kir. Aydogdû got, "Ji bo herkes li ser vê axê bi awayekî wekhev bi nasname û çanda xwe bijî, gelê Kurd berdêlên mezin da û têkoşîneke mezin meşand. Em têkoşîna gelê Kurd weke têkoşîna xwe dibînin û li pêşberî vê têkoşînê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin." Aydogdû di kesayetiya gelê Licê de tevahiya gelê Kurd silav kir.
Aydogdû diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newroza Amedê, weke manîfestoya aştiyê ye û bi vê bangê re pêvajoyeke dîrokî destpê kiriye. Aydogdû destnîşan kir ku ew niha di pêvajoyeke dîrokî ya berxwedanê de ne.
SARISULUK: EMÊ PIRA BIRATIYA GELAN DEWAM BIKIN
Birayê Ethem Sarisuluk ê li Enqerê bi guleya polîsan hat kuştin Îkrar Sarisuluk jî bi gotina "Min ji malbata Ethem bi taybetî jî ji dayika Ethem silavên dilgerm ji we re anîne" dest bi axaftina xwe kir.
Sarisuluk got, "Me Ethem oxirî rojê kirin. Me Alî, Abdullah, Mehmet û bêguman birayê xwe Medenî ber bi ebediyetê ve birê kirin. Weke malbata Ethem em hatin êşa hev parve bikin, êşa we êşa me ye. Têkoşîna me ya huqûqê, têkoşîna me ya edalet û biratiya gelan, wê heta dawiyê dewam bike. Em yek in, bêyî cihêkariya Kurd, Tirk, Elewî, Sunî, Laz, Çerkez bêyî cihêkariya milet, em hemû bûn Ethem. Û hemû malbatên şehîdên şoreşê bûn ye. Emê pira biratiyê dewam bikin."
YILDIRIM: BI BÊWICDANÎ BIRAYÊ MIN KUŞTIN
Birayê Medenî Yildirim ê ji aliyê leşkerên Tirk ve di dema şermezarkirina çêkirina qereqolê de hat kuştin Ersîn Yildirim jî got, "Birayê min ji bo çêkirina qereqolê protesto bike hat, lê ew bi bêwicdanî kuştin. Çi mafê wan ê bi vî rengî heye? Emê têkoşîna xwe dewam bikin."
Ji Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Enqerê Munîbe Koç jî di axaftina xwe de xwest dewleta Tirk êdî gavan biavêje û dawî li komkujiyan bîne.
Li ser navê Însiyatîfa Ethem Sarisuluk Zarîfe Çamalan got, "Em êşa hevalê Medenî di dilê xwe de hîs dikin."
Piştre Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan diyar kir ku ewê bi hevparkirinê re têkoşîna xwe xurtir bikin û got, "Êş bi parvekirinê kêm dibe, kêfxweşî bi parvekirinê zêde dibe. Îro du malbatên me hatin vê derê û hewl didin êşa xwe kêm bikin. Lê belê heta ku kujer neyên cezakirin, wê êş kêm nebin."
Heyet piştî axaftinên li ber qereqola jendermeyan a Hêzanê, sersaxiya malbatên Medenî Yildirim û Ethem Sarisululk kirin. Piştî ku serdana xwe ya li gundê Hêzanê temam kir çû ziyareta Şaredara Licê Fîkriye Aktîn. Heyet li dû serdana xwe ya li Kongreya Civaka Demokratîk, wê êvarê ji Amedê veqete.