Li Licê êrîşî siyaseta demokratîk kirin

Li Licê êrîşî siyaseta demokratîk kirin

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku, şermezarkirina çêkirina qereqolan xala herî girîng a siyaseta demokratîk e û got, "Bi şermezarkirina çêkirina qereqolan re, gel dixwaze pêşî li provokasyonan bigire. Ji bilî AKP'ê kes nikare vê pêvajoyê vala derxe. Eger bi vî rengî dewam bike, vekişîna gerîla dikare sabote bibe."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, di gotara xwe ya vê hefteyê ya rojnameya Azadiya Welat de, komkujiya li Licê nirxand û destnîşan kir ku, bûyera li Licê qewimiye êrîşa li dijî siyaseta demokratîk e.

Bayik di gotara xwe de ev nirxandin kir:

"Li Licê leşkeran kesên ku çêkirina qereqolan şermezar dikirin gulebaran kir. Ciwanekî Kurd şehîd ket û 10 kes jî birîndar bûn. Şermezarkirina çêkirina qereqolan a ji hêla gel ve pêk tê çalakiyeke demokratîk e. Ger ku gel çêkirina qereqolên nû şermezar neke dê çi bike? Siyaseta demokratîk ne tenê axaftina parlamenteran û rêveberên partiyên siyasî ne; siyaseta demokratîk di bingeha xwe de civak li gund, kuçe û taxan xwe bi rêxistin dikin, xwe bi xwe bi rê ve dibin û biryarên li dijî berjewendiyên xwe dibîne şermezar dikin. Di vî alî de şermezarkirina çêkirina qereqolan pratîkbûna herî berbiçav û xala girîng a siyaseta demokratîk e. Jixwe ev nekiribana wê demê mirov nikarîbû bigota siyaseta demokratîk kirine. 

Hemû cure çalakî zimanê demokrasiyê ne. Demokrasiya bêçalakî bêzimanî ye. Deshilatdar, dewlet û îktîdar mirovên bêdeng û serîtewandî dixwazin. Tişta tu hikûmeta AKP’ê û îktîdar ji demokrasiyê fêm dikin, demokrasiya bêzimanî ye. 

Huseyîn Çelîk ê ku di her mijarê de dixwaze serê mirovan tevlihev bike, li ser bûyera Licê jî got ku ev provokasyon e. Vê yekê dişibîne berxwedana Geziyê. Ji ber ku bi vê aqilê xwe dixwaze hemû bertekên gel ên li hemberî îktîdarê yan weke provokasyonê, yan jî weke zêrandina hêzên derve nîşan bide.  

Gerîla derdikeve derveyî sînor û li hemberî vê yekê tenê gavek hatiye avêtin ew jî zêdekirina qereqolan e. Bersiva hikûmeta AKP’ê ya li hemberî pêvajoya agirbestê ev e. Ger ku li holê provokasyonek hebe ew jî piştî vekişîna gerîlayan zêdekirina qereqolên nû ne. Îro hikûmeta AKP’ê li her derê qereqolên nû çêdike. Bi provokasyonan bersivê dide hemû gavên Rêberê Gelê Kurd. Ev nêzîkatî nîşan dide ku tu polîtîkaya hikûmeta AKP’ê ya ji bo çareseriyê tune ye. Li cihê ku polîtîkaya çareseriyê hebe, ma mirov lêz dide çêkirina qereqolan? Ger çêkirina bendav û qereqolan zêde bibe, ma mirov niyeta AKP’ê nakeve nava şik û gumanê?
Hikûmeta AKP’ê û rayedarên wê dibêjin ku ‘ev projeke me ya kevn e’. Rast e, dixwestin li her derê qereqol û baregehan çêbikin, lê ji ber ku gerîla hebûn nikarîbûn vê yekê pêk bînin. Dibêje niha em di rewşa agirbestê de ne û gerîla jî vedikişin, ev ji bo çêkirina qereqolan derfeteke û ez ê qereqolan çêbikim. Di qonaxa yekemîn de aliyê ku hatibû lihevkirin yek jê piştî ku gerîla vekişin li cihê wan qereqol neyên çêkirin û cerdevan neyên bicihkirin. Wextê gerîla vekişe dê hikûmet jî li gorî vê yekê tevbigeriya. Divê komîsyona ku ji hêla meclisê ve hat avakirin ev yek bişopanda. Hikûmet dê li sozên ku wê bi xwe dane pêk bianiyana. Jixwe heta niha tu tiştek nekirine. Rêberê Gelê Kurd li Îmraliyê got ku qonaxa duyemîn dest pê kiriye. Wateya wê divê hikûmet demildest hewceyiyên qonaxa duyemîn pêk bîne. Ger ji bo qanûn û makeqanûnê gav navêje, xebatên xwe yên çêkirina bendav û qereqolan zêde bike wê demê vekişîna gerîlayan sabote dike.  

Gel çêkirina qereqolan û berdavan şermezar dike. Heta wesayîtên ku di van avahiyan de tên xebitandin jî dişewitîne. Ji ber ku gel çareserî û aştiyê dixwaze. Di vê mijarê de bi biryar e û ciddî ye. Ji ber vê yekê hewldanên provokatîf ên ku çareserî û aştiyê dixe xeteriyê şermezar dikin. Dixwazin pêşiya provokasyonan bigirin. Ev çalakiyên gel nîşan dide ku bê çi qasî ji bo aştiyê bi hestyarî tevdigerin. Ji ber ku gel baş dizane ku li cihê qereqol tên çêkirin feraseta çareseriyê pê re tune ye û li wir aştî pêk nayê. Ji ber vê yekê çalakiyên gel weke provokasyonê nîşandan, dixwazin hewldanên xwe yên provokatîf veşêrin. Ji ber ku çêkirina qereqolan zîhniyeta hikûmetê derxistiye holê, dixwaze çalakiyên şermezarkirinê bêdeng bike û wê asteng bike.

Di hişmendiya hikûmeta AKP’ê de weke desthilatdariya sedsala 20’emîn hemû çalakiyan bi hêzên derve ve girê bide. Ji ber ku li gorî wan gel bêdeng e û nerazîbûna xwe nîşan nade. Wexta ku gel bertek nîşan dide û çalakî pêk tîne teqez li pey wan hêzeke derve heye. Ji ber vê yekê bûyerên Geziyê jî bi hêzên derve girê da. Bûyera Licê jî wekî ku hêzên çareseriyê naxwazin nîşan da. Li gorî feraseta AKP’ê Parka Geziyê karê lobiyên faîzê ye û çalakiya Licê jî karê dijberên pêvajoyê ye. Bi vî awayî dixwaze rûyê xwe yê mêtingeriyê û israra xwe ya di bêçareseriyê de veşêre. 

Ji bilî hikûmeta AKP’ê tu hêz nikare vê pêvajoyê vala derxe. Bêguman hin hêzên naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe û dixwazin her tim Kurd û Tirk di nava şer de bin hene. Lê belê ger  polîtîkaya çareseriyê ya hikûmeta AKP’ê hebe û di vê der barê de gav bİavêje tu kes nikare pêvajoyê sabote bike. Ji ber vê yekê gotina hêzên ku dixwazin vê pêvajoyê sabote bikin van çalakiyan pêk tînin, ev jî nîşan dide ku polîtîkaya çareseriyê ya hikûmeta AKP’ê tune ye. 

Wê demê ji hikûmeta AKP’ê wê vê pirsê bikin, te kîjan gav avêt ku pêvajo sabote bû. Li dijî vê yekê ger gav bê avêtin, dê şopdarê wê zêde bibin. Lê belê AKP difikire ku ew ê li şûna çareseriyê, mijûl bike. Nêzîkatiyên wê yên heta niha vê yekê nîşan dide.

Gelê Kurd ji hikûmeta AKP’ê daxwaz dike ku dest ji çêkirina qereqol û bendavan berde û ji bo çareseriyê gav bavêje. Jixwe em bangawaziya di serî de dayikên Kurd û gelê Kurd di televîzyonan de temaşe dikin. Ev çalakî vîna gel a israra aştî û çareseriya demokratîk nîşan dide. 

Ger pêvajoya ku dê demokratîkbûn pêk bê û pirsgirêka Kurd çareser bibe divê AKP li gorî ruhê vê yekê tevbigere. Şêwaz û uslûbên ku bawerî pê tê û exlaqê pêvajoyên bi vî rengî heye. Hikûmeta AKP’ê li gorî ruhê ev pêvajoya ku Tevgera Azadiya Gelê Kurd daye destpêkirin tevnagere û di nava hewldana zêrandin û provokasyonê de ye. Dê gelê me çêkirina qereqol û bendavan qebûl neke û wê şermezar bikin. 
Em ji malbat ciwanê ku di vê çalakiyê de şehîd ketiye û gelê Kurdistanê sersaxiyê dixwazin û  ji kesên birîndar bûne re jî şîfayê dixwazin."