Li Licê bi hezaran kes diherikin bîrdariya gerîla

Li Licê bi hezaran kes diherikin bîrdariya gerîla

Ji bo gerîlayên HPG'ê yên di salên bihurî de li bejahiya Amed û Çewlikê di şer de jiyana xwe ji dest dan, li navçeya Licê bîrdarî hat çêkirin. Li gora bîrdariyê, bi wesîleya berxwedana 14'ê Tîrmehê merasîmek hat lidarxistin.

Cenazeyên gerîlayên HPG'ê yên di salên bihurî de li bejahiya navçeya Çewlik Hênê û navçeyên Amed Pasûr û Licê jiyana xwe ji dest dan, ji cihên lê hatibûn veşartin hatin derxistin û li gora bîrdariyê ya li bejahiya gundê Sisê yê navçeya Licê hatin veşartin.

Xebatên bîrdariyê çend roj berê bi dawî bû û hat hînbûn nêzî 170 cenazeyên gerîla li qadê hatine veşartin. Bi wesîleya salvgera berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê bîrdarî bi merasîmekê hat vekirin. Ji gundên Nenyas, Kervas, Mişirf, Zenge, Mehlê, Licok, Derxust, Cinezur û Sisê yên Licê û gundên Hezro û Pasûrê girseyeke qelebalix ji bo serdana bîrdariyê li hev kom bûn.

Bi hezaran kes ber bi qada bîrdariyê ve diherikin. Li ser bîrdariyê jî wêneyên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlûm Dogan û Mahsûn Korkmaz hat daliqandin. Gel bi dirûşman ber bi bîrdariyê ve dimeşe...