Li Lîcê bernameya bîrdariya gêrîlayan destpê kir
Li Lîcê bernameya bîrdariya gêrîlayan destpê kir
Li Lîcê bernameya bîrdariya gêrîlayan destpê kir
Karwana ku ji Amedê rê ket û ji bo tevlî bernameya bîranînê ku ji aliyê MEYADER'ê ve hat organîzekirin ya li gundê Sîsê bibin gihîşt Licê. Bi hezaran welatî berê xwe dan goristanê û bernameya bîranînê destpê kir.
Ji bo gêrîlayên PKK û HPG'ê yên di demên cuda de li bejahiya Amed û Çewlikê jiyana xwe ji dest dane li Licê goristana bîrdariyê hat çêkirin.
Karwana ku li Amedê ji bo tevlî bernameya ku ji aliyê MEYADER'ê tê organîzekirin bibin gihîşt Licê. Karwan her tim rastî lêgerîn û astengiyan hat û welatiya bi navê Gulistan bi hinceta ku mehkemeya wê heye hat binçavkirin. Welatî li hember hemû astengiyan gihîştin gundê Sîsê. Goristana bîrdariyê di salvegera 14'ê Tîrmehê de bi merasîmekê vebû û ji gundên Nenyas, Kervas, Mişirf, Zengê, Mehlê, Licok, Dêrxust, Cînezur, Sisê û ji navçeyên Hezro û Pasûrê gel berê xwe dan cihê merasimê.
Qada merasimê bi alên PKK, Konfederalîzm û bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xemilandin, jin û mêr bi kincên xwe yên herêmî tevlî bîranînê bûn. Her wiha li qadê wêneyên Mazlûm Dogan, Zeynep Kinaci (Zîlan), gêrîlayên HPG'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane û wêneyê Medenî Yildirim ku ji aliyê leşkeran ve li Licê hatibû qetilkirin hatin daliqandin. Bi hezaran kesî berê xwe dan qadê û li qadê bernameya bîranînê destpê kir.