Li Kurdistanê portreya "ajanekî" piralî

Li Kurdistanê portreya "ajanekî" piralî

Maskeya wî ya jêneger "Kurdayetî". Makyaja wî: Pîvanên Çepgirî. Di demên krîtîk ên tevgerên azadiyê yên Kurd de xwe nîşan da. Rûyê veşartî yê rejîmên li Kurdistanê. Nav: Salah Bedettîn. Bedrettîn ê serkêşiya dijberiya PYD'ê li Rojavayê Kurdistanê dike, kar û xebatên wî bi Esat û rejîma Seddam re, em bi dokûmanan radixin ber çavan.

Li gorî çapemeniya Tirk; "Yek ji siyastemedarên girîng ên Kurd li Sûriyê", "Rewşenbîrê Kurd", "Lîderê berê yê partiyê" "nivîskarê hin malperên Kurdî." Niha jî nivîskarê bîranînên "Min 40 salê xwe daye evîna Kurd." Heyranê Artêşa Azad a Sûriyê yê li Tirkiyê, kesê ku wêne bi dijminê Kurdan fermandar Selîm Îdrîs re wêne dikşîne, navê jêneger ê civînêni "Rojava veşartî" yên bi sponsoriya îsixbarata Tirk li Hewlêrê pêk tîne. Salah Bedrettîn kî ye?

Di sala 1965'an de rêveberiya Şamê biryara operasyoneke bi navê "Kembera Ereb" li dijî Rojavayê Kurdistanê wergirt. Wê gundê Kurdan bihata valakirin, di şûna wê de Ereb bihata bicihkirin. Mafê welatîbûnê yê Kurdan ji dest bihata girtin, erdê çandinî yên Kurdan bida Ereban.Yekane partiya li Rojavayê Kurdistanê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) li dijî vê planê ket nava tevgerê. Bi biryara PDK-S re, wê Kurd beyî erdê xwe yê hatine çandin teslîmî ereban bike, erdê xwe bişewitînin.

Partiya bi serokatiya Osman Sebrî, vê biryarê radigihîne hemû navgînan. Lê belê nûçeyek ji herêma Cizîrê hat, partî xist nava şoqê. Berpirsyarê PDK-S yê vê herêmê Salah Bedrettîn ê 21 salî, guh nade vê biryara partiyê û erdên hatine çandin yekser radestî Erebên alîgirên rejîmê dike. Serok Osman Sebrî hêrs dibe, ji xwe di heman salê de PDK-S perçe dibe. Bedrettîn, bi valaderxistina biryara boykotkirina kembera ereb sînorkirî namîne, di heman demê de partiyê perçe dike.

Salah Bedettîn di sala 1944'an de li gundê Cûma yê Qamişlo tê dinyayê û di sala 1958'an de tevlî Partiya PDK-S ya di sala 1957'an de ava bû, dibe. Di bîranînên xwe de îddîa dike ku serokê yekemîn ê partiyê Nûrettîn Zaza jê re dibêje "tu endamê me yê herî biçûke." Di pola duyemîn a fakulteya huqûqê ya Şamê de hat girtin, li gel sûcdariyên giran jî piştî çend hefteyan serbest hat berdan. Li gorî hin hevalên wî yên ji partiyê, çi bi serê wî de hat, di wê dema girtîgehê de hat.

PDK-S bû du perçe, aliyê çep ê partiyê girt û Partiya Demokrat a Kurdên li Sûriyê-Çep ava kir. Heman Bedrettîn di sala 1980 de ev partî perçe kir û Plartiya Yekitiya Gelperest a Gel li Sûriyê ava kir. Dûre ji vê partiyê veqetiya û derbasî ser saziyeke karê wê ne diyar a bi navê "Komeleya Çanda Kawa" bû. 

ROJÊN BEYRÛDÊ...

Mirovekî baş li dû firsendan digeriya, valahî yekse didît. Gotin di cih de be hosta bû ku xwe bavêje ser tiştekî amade. Taybetmendiya wî ya herî girîng ew ku li koşeyan xwe dida benda firsendên dîrokî. Salah Bedettîn ezmûna xwe ya yekemîn, piştî perçekirina PDK-S wê li Başûrê Kurdistanê bida. Salên ku şoreşa bi pêşengiya Berzanî bi pêş diket, bû. Bedettîn cara yekemîn di sala 1967'an de bi Berzanî re têkilî danî û çû başûr. Li vê derê, Osman Sebrî û hevalên wî, li hemberî tevgera başûr reş kir.

Di sala 1974'an de dewlet Iraqê bi navê "Anwar A. Shiro" pasaportek da wî. Balkêş e ku di dema xerabûna peymana 11'ê Adarê ya navbera Berzanî û Bexdayê û rojek piştî 28'ê Adarê destpêkirina şerê li Başûrê Kurdistanê, di 29'ê Adara sala 1974'an de jê re pasaport hat dayîn. (Li wêneyê "Belge 2" binêrin ku tê de pasaporta bi wêneyê Bedrettîn xuya dike)

Wer xuyaye bi vê pasaportê re bêhneke fireh stendiye ku tim û tim pê geriyaye; Kahîre, Bexda, Beyrûd, Stenbol, Rojhilatê Berlînê, Sofya û Tûnis. Di destpêka sala 1970'î de biryarê dide li Beyrûdê bicih bibe. Ji xwe Beyrûd di wan salan de navendeke ku şoreşên cîhanê lê kom dibû. Salên ku şoreşa Fîlîstînê tol hiltanî. Bi rêbazekê bi Arafat re têkiliyeke baş dianî û bû "Mohra Kurd" a li Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê. Fîlîstînî ji wî dipirse ku kîjan rêxistina Kurd wê li qada Rojhilata Navîn bimîne. (Di salên piştre de wê bihata gotin, ku di sala 1982'an de di mijara xerabûna navbera PKK û Fîlîstînê de, Bedrettîn sedem bû."

Çerxa Bedrettîn a li Beyrûdê ava kirin, gelekî baş digeriya. Li sêgoşeya Rojhilata Navîn, Sowyet û Elmanya Rojhilat de, bû yek ji navên Kurd ên lê dihat gerîn û dihat xwestin. Digot "Ez doza Kurdatiyetiyê dimeşînim", lê di heman demê de sermiyaneke wî ya mezin a çavkaniya wê ne dihat zanîn çê bûbû. (Nimûneyeke hesabê banqê yê sala 1975'an ku ket destê ANF'ê nîşan dide ku Bedrettîn xwedi 111 hezar Dolarî ye: "Belge 3")

DOR HATIYE TEVGERA ROJHILATÊ KURDISTNÊ...

Di sala 1980 de Salah Bedettîn "tevna" xwe fireh kir.  Niyeta wî ew bû ku tevî rojava, başûr û bakurê Kurdistanê, tevgerên li Rojhilatê Kurdistanê jî têxe bin sermiyana xwe. Salên ku li dijî rejîma Humeynî li Rojhilatê Kurdistanê şer dihat meşandin bû. Piştî bi salan, yek ji rêveberên payebilind ê PDK-Îran Kerîm Husamî wê der heqê Bedrettîn de bîranînek bianiya ziman. Husamî di sala 1981'ê de bi armanca hevdîtina bi Fîlîstîniyan re ji Sofyayê diçe Beyrûdê, ew li balafirgehê ji aliyê Bedrettîn ve tê pêşwazîkirin. Husamî yê di sala 2001'ê de jiyana xwe ji dest dide, vê bûyera ku bi Bedrettîn re diçin Şamê weha tîne ziman:

"Fîlîstîniyan ji min re gotin, bi ti awayî dest ji çekê benedin. Salah hevdîtin amade kiribû. Sala di 16'ê Hezîrana sala 1981'ê de ji min re got, "Sûbayekî Sûriyeyî yê li Libnanê dixwaze em bi hev re biçin Şamê". Roja din, em bi Salah re bi wesaîtek artêşa Sûriyê çûn Şamê. Şefekî ewlekariyê yê bi navê Ebî Adnan me pêşwazî kir û ev pêşniyar li min kir: "Em pêşniyar li te dikin ku biçe Tehranê, emê pasaport û bilêtê amade bikin. Wê zilamên me te li wir  pêşwazî bikin. Berî tu biçe, dikare bi Serok Hafiz Esat re hevdîtinê bike."

Li ser vê min ji wan re ev got; "Ji ber vexwendina we spas dikim. Ez difikirîm ku ew ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li Îranê bang li min kirine, lê min şaş fêm kiriye. Li Tehranê ti karê min tineye. Bila Serok Esat di navbera hukûmeta Îran û partiya demokrat de navbeynkariyê neke, bila tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane bixebite, bes e."

Nayê zanîn ku di berdêla vê de ji Bedrettîn re çi hatiye dayîn, lê di bîranînên Husamî de bi vî rengî behsa wî tê kirin.

Vaye dokûmanên ANF'ê yên der heqê Salah Bedettîn de:

DOKÛMANA 1. : JI MÛHABARATÊ NASNAMEYA TAYBET


Ev dokûmana ku rêxistina îstîxbaratê ya Sûriyê Mûhaberatê da Salah Bedrettîn, nasnameyeke taybet e. Di dokûmana tê de wêneyê Bedrettîn heye, ev tişt tê nivîsandin; "Ji bo berjewendiyên me yên giştî Salah Bedrettîn dikare bi wesaîta bi plaqeya "3901092" ji Libnanê derbasî Sûriyê bibe." Ev nasname di 17'ê Tîrmeha sala 1983'an de jê re hat dayîn û dem bi dem hat dirêjkirin. Li rûyê çepê yê vê qetê ev agahî dihat dayîn: "Taybetmendiyên wesaîtê: Cûre: Volvo GL244, Modêl: 1979, Reng: Spî, 244M410262, Nûmara Motorê 498760-089095. Yên ev qert dîtine, divê yekser bibin navendeke îstixbaratê yan jî a polêsan. Eger nebe, wê ceza bixwe."

DOKÛMANA 2.: JI IRAQÊ PASAPORT

Ji aliyê dewleta Iraqê ve di 29'ê Adara sala 1977'an de bi navê "Anwar A. Shiro" yê ji Dihokê pasaport hat dayîn. Li pasaportê wêneyê Salah Bedrettîn heye. Bi vê pasaportê de çû Bexda, Kahîre, Stenbol û hwd.

DOKÛMANA 3.: 111 HEZAR DOLARÊ DI HESABÊ WÎ DE

Bi pasaporta ji Iraqê stendiye re, li Banqaya Ereb a li Beyrûdê bi hejmara "44277" hesab li ser navê "Anwar Alî Shiro" hatiye vekirin. Di hesabê wî de jî 111 hezar û 509 Dolar pere tê xuya kirin. 

DOKÛMANA 4.: JI TIRKIYÊ RE NAMEYA DER HEQÊ PKK'Ê DE

Di vê belgeyê de xuya dike, ku di pêvajoya bilindbûna têkoşîna azadiyê ya li Bakurê Kurdistanê de Salah Bedrettîn jinûve derdikeve holê. Bedrettîn di salên 1990 de îddîa dike ku ewê PKK'ê ji Rojavayê Kurdistanê derxîne. Ji bîr dike ku PKK mal bi mal xwe birêxistin kiriye. Ev dokûman yekemcar di meha Nîsanê de di malpera înternetê ya bi navê lêkolîn.org û ANF'ê de hat weşandin. Di dokûmanê de xuya dike ku Bedrettîn li ser navê Partiya Yekitiya Gel ji kesekî bi navê Doktro Ahmet Bîn Meîzî re di 29'ê Adara sala 1994'an de nameyekê dinivîsîne û di nameya bi mora Bedrettîn de weha tê gotin:

"Biraye min Doktor Ahmet Bîn Meîzî silav ji te re. Min nameya we ya ji Sefaretxaneya Tirk re şandibû bi kêfxweşî wergirt. Û ji we re spas dikim. Ji bo têkoşîna li dijî PKK'ê ji ber ku we li Sefaretxaneya Tirk li ser mijara Partiya Yekitiya Gel axivîne, spas dikim. Ew mijarên ku we di nameyê de diyar kirine, bi qebûlkirina aliyê Tirk re, em jî qebûl dikin. Ev mijar çi bûn?

1- Tirk wê di vê mijarê de çek û piştgiriyê bide. Û ji bo rêxistinê li Elmanya, Polonya, Bûlgarîstan û Libnanê buroyan veke.

2- Sûbayên Tirk wê li ser axa Tirkiye û Libnanê perwerdeya leşkerî bidin, çawa ku di dema bihurî de Fîlîstîniyan perwerde dîtibûn.

3- Bila Tirkiye pasaporta dîplomatîk bide me. Em jî garantiyê didin, ku emê PKK'ê ji ser axa Sûriyê derxîne.

Em dixwazin diyaloga di vî warî de dewam bike û Sefaretxaneya Tirk jî were agahdarkirin."

DI ŞOREŞA ROJAVA DE DÎSA LI SEHNEYÊ YE...

Salah Bedrettîn di sala 2012'an de di hevpeyvîneke xwe ji bo qenaleke televîzyonê de got, "Min destê xwe ji siyasetê kişandibû, lê gava şoreşa Sûriyê destpê kir min got ez alîkariyê bi ciwanan bikim û jinûve dest bi siyasetê kir." Lê rastî ne weha ye. Di wan mehan de Sûriye di nava şerê navxweyî de diçû dihat û şoreşa li Rojavayê Kurdistanê jî li ber pêkhatinê bû. Di civînên veşartî yên li Hewlêrê de ku bi sponsoriya îstîxbarata Tirk dihatin kirin, çav li wî deriyan.

Di dokûmaneke "veşartî" ya di 26'ê Hezîrana slala 2013'an de ket destê ANF'ê xebatên li Rojavayê Kurdistanê li dijî PYD'ê û li Rojhilatê Kurdistanê jî li dijî PJAK'ê werin kirin hatin rêzkirin û navê sereke yê meşandina van xebatan jî Salah Bedrettîn dihat bilêvkirin.

Çavkanî:

1- Hevpeyvîna bi Salah Bedrettîn re, Kurd1, Bernameya "Dîroka me" Sibat 2012

2- Hevpeyvîna bi Bedrettîn re, Kovara ORSAM "Analîza Rojhilata Navîn" Nîsan 2013

3- Le bireweriyekanim, Kerîm Hûsamî, Stockholm, 1993

4- "Dosya Kurd", "Rûpelên 555-566 ên hevpeyvîna Rafet Balli bi Salah Bedrettîn re, Weşanxaneya Cem, 1992