Li Kurdistanê derabe ji bo Licê hatin daxistin
Li Kurdistanê derabe ji bo Licê hatin daxistin
Li Kurdistanê derabe ji bo Licê hatin daxistin
Li Amed, Farqîn, Elbak û Geverê, ji ber kuştina Medenî Yildirim a ji aliyê leşkerên Tirk ve û bi wesîleya salvegera çalakiya gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci, derabe nehatin vekirin.
Ji ber kuştina Medenî Yildirim ê 18 salî yê, ku li gundê Hêzan ê navçeya Amed Licê bi gulereşandinê ji aliyê leşkerên Tirk ve hat kuştin û bi wesîleya salvegera jidestdayîna jiyanê ya gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) îro li Amedê derabeyên dikanan nehatin vekirin. Ji serê sibê ve di serî de taxên Baglar, Ofîs û Şehîtlîkê, li gelek taxan dikandaran derabeyên xwe venekirin.
Li navçeya Farqînê jî, ji serê sibê ve dikandaran derabeyên xwe daxistin. Ji bilî dermanfiroşên nobedar û firinan, ti derabe nehatin vekirin û li navçeyê jiyan sekinî. Her weha kevnikekî mezin ê reş bi avahiya Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Farqînê hat kirin.
Komkujiya li Licê, li navçeya Colemêrg Geverê jî bi daxistina derabeyên dikanan hat şermezarkrin. Li navçeyê ji bilî dermanfiroş û firinan ti der ne vekirî ye û polîsên Tirk jî li hin nuqteyên navçeyê bicih bûne.
Li navçeya Wan Elbakê jî, dikandarên êrişa li dijî şermezar kirin, derabeyên xwe venekirin. Li vê derê jî ji bilî dermanfirok û firinê ti der ne vekiriye.