Li kujerê Sîncar cezayê muebetê
Li kujerê Sîncar cezayê muebetê
Li kujerê Sîncar cezayê muebetê
Kujerê Parlamenterê berê yê DEP'ê Mehmet Sîncar, ku ji 11 dozên cûda tê darizandin Cîhan Yildiz ê ji Hîzbûllahê, bi cezayê girtîgehê yê heta dawiya temenê xwe hat mehkûmkirin.
Kujer Cîhan Yildiz û bersûc Ejder Arpa yê reviyayî, ku ji kuştina Parlamenterê berê yê DEPê Mehmet Sîncar a 4'ê Îlona sala 1993'an li Êlihê û 11 kuştinên cûda tên darizandin, doza rûniştina wan li 6. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dewam kir.
Kujer Cîhan Yildiz ê di sala 2008'an de ji paytexta Awûstûrya Viyanayê bi rêya Înterpol hat zevtkirin û radestî Tirkiyê hat kirin, bi parêzerê xwe re li rûniştina dozê amade bû. Dozger di mutalaa xwe de Cîhan Yildiz ji 11 kuştinan berpirsyar dît. Dozger da xuyakirin ku Yildiz endamê "rêxistina Hîzbûllahê ye, ku ev rêxistin dixwaze pergala heyî ya destûra bingehîn a Tirkiyê bi zora çekê biguherîne û di şûna wê de dewleteke şeriî ya li ser bingeha pîvanên Îslamî ava bike". Di mutalaa dozger de hat destnîşankirin, ku li gel kuştina Parlamenterê berê yê DEP'ê Mehmet Sîncar û parastvanê wî, Yildiz ji kuştina 11 kesan berpirsyar e û der heqê wî de 11 caran cezayê mueebetê yê giran xwest. Dozger her weha xwest, dosya Ejder Arpa yê hînê nehatiye zevtkirin jî, were cûda kirin û heyeta dadgehê di rûniştina îro de biryara xwe eşkere kir. Heyeta dadgehê biryar da ku bi hinceta "Hewl daye tevahî yan jî beşek ji destûra bingehîn a Tirkiyê ji holê rake" cezayê girtîgehê yê heta dawiya temen, li Cîhan Yildiz birrî. Her weha biryar da dosya Ejder Arpa jî ji vê dosyayê were cûdakirin.