Li Kopenhagen, Nurnberg û Draguignanê civînên gel

Li Kopenhagen, Nurnberg û Draguignanê civînên gel

Êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û rewşa siyasî ya li gorî vê yekê rû dide, li gelek navendên Ewropayê di civînên gel de hatin nirxandin.

DRAGUÎGNAN

Li Başûrê Fransa bajarê Draguîgnanê, li ser mijara Kobanê semînerek hat lidarxistin. Siyasetmedarê Kurd Îdrîs Guzel ê li semînerê axivî destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê wê li Kobanê bi ser nekevin û banga piştevaniyê li tevahiya Kurdan kir.

Semînera bi mijara "Bûyer û rewşa li Kobanê" ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve hat organîzekirin û nêzî 300 kes beşdar bûn. Semînera bi beşdariya siyasetmedarê Kurd Îdrîs Guzel, duh danê nîvro pêk hat. Siyasetmedarê Kurd Îdrîs Guzel li semînerê axivî û bal kişand ser qewimînên li Kobanê. Guzel diyar kir ku gelê Kurd ê li Kobanê di nava berxwedaneke topyekûn de ye û got, "Gelê me îro li Kobanê di nav berxwedanekê de ye. Çeteyên DAIŞ'ê û piştevanên wê dê li Kurdistanê bi ser nekevin. Û wê hemû planên wan pûç bibin. Divê her kes vê bi vî rengî zanibe." Guzel bang li Kurdên li Ewropayê dijîn kir ku ji bo xwedîderketina li Kobanê dakevin kolanan.

NURNBERG

Kurdên li Nurnbergê dijîn jî, li ser êrîşên DAIŞ'ê civîneke gel lidar xistin. Di civîna bi beşdariya zêdeyî 200 Kurdistanî û dostên wan de biryara piştevaniya gel û şervanên Kobanê hat dayîn.

Di civînê de hat ragihandin ku li hemberî êrîşên li dijî Kobanê, divê Kurdên li Ewropayê bêtir karibin xwe bigihînin raya giştî û banga tevlîbûneke xurt a li çalakiyan hat kirin.

Di civînê de hat diyakirin ku wê gelek kes bi dilxwazî beşdarî greva birçîbûnê ya îro li Wiesbadenê destpê bike û biryar hat dayîn ku li Nurnbergê ji bo agahdarkirina raya gitşî çalakiya kon bê lidarxistin.

KOPENHAGEN

Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê jî bi şiyara "Roj roja rûmetê, wijdan û namûsê" ye civîneke gel hat lidarxistin. Civîna ji aliyê FEY-KURD'ê ve hat lidarxistin bi beşdariya bi sedan Kurdistanî û dostên wan pêk hat. Di civînê de çalakgerên di greva birçîbûnê de jî amade bûn.

Nûnerên FEY-KURD'ê di axaftina li civînê de bibîr xistin ku Kobanê nuqteya destpêkirina şoreşa Kurd e û destnîşan kirin ku Kurd wê heta dawiyê Kobanê biparêzin. Di civînê de bal hat kişandin ser berxwedana Tevgera Azadiyê ya Kurd a li Şengalê û gotin ku divê Kurd hemû bi yek wicûd li dijî êrîşên DAIŞ'ê li ber xwe bidin.