Li Kopê meşa 'Hikûmet gavan bavêje' hat li darxistin
Li Kopê meşa 'Hikûmet gavan bavêje' hat li darxistin
Li Kopê meşa 'Hikûmet gavan bavêje' hat li darxistin
BDP'a Kopê ji bo hikûmet gavan biavêje meşa "Hikûmet gavan bavêje" pêk anîn. Di meşê de Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demir Çelîk diyar kir ku, ew li dijî kuştin û dakuştinê ne ew jiyanê diparêzin. Çelîk xwest li ser çemka jiyan û jiyandinê pergalek nû bê avakirin.
Piştî Navenda Giştî ya BDP'ê kampanya "Hikûmet gavan bavêje" da destpêkirin çalakiyên meş û xwepêşandanan destpê kir. Niha jî li navçeya Kopê ya Mûşê bi boneya "Hikûmet gavan bavêje" meşek girseyî hat lidarxistin. Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Kopê ya Mûşê meşek girseyî pêk anî. Koma ku li ber avahiya BDP'ê kom bû, bi tevlîbûna Parlamanterê BDP'ê yê Mûşê Demir Çelik, endam û rêveberên BDP'ê nûnerên saziyên sivîl ên civakî, endamên meclisên şaredariyê heta kolana Malazgirtê meş pêk anîn.
Di meşê de pankart û dowîzên "Em êrîşa Lîceyê şermezar dikin", "Em pêvajoya çarseriya demokratîk silav dikin" û "Bila pergala cerdevaniyê bi dawî bibe", "Ji qereqol û HES'an re bes e" û "Hikumet gavan bavêje" hatin vekirin û siloganên "Bijî Serok Apo", "Hikumet gav bavêje", "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey serok" qîr kirin. Girseya ku heta kolana Aslanpaşa şemiyan, piştre heta Mizgefta 700. Yilê meşiyan.
Piştî meşê Serokê BDP'a Kopê Nusret Filiz û Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk axaftin kirin. Di çalakiyê de Parlamenter Demîr Çelîk diyar kir ku, Gelê Kurdistanê 40 salin rastî komkujiyê tên. Çelîk da zanîn ku, li gel hemû zext û zordariyan gelê Kurd di ber xwe dide û têkoşîna xwe heta îro aniye. Çelîk destnîşan kir ku, fêda şer li tu kesî tune ye û ji ber vê yekê gelê Kurd di aştî û çareseriyê de israr dikin. Çelîk daxuyand ku, ligel hewldanê kurdan hikûmeta AKP'ê gavên çareseriyê neavêtiye.
Çelîk bilêv kir ku ji bo şer bi dawî bibe hêzên gerilla vekişiyan dervey sînor û ji hikûmetê dixwazin ku avakirina qereqolan bi dawî bibe û operasyonên leşkerî rawestin. Çelîk anî ziman ku, dixwazin şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên azadî, tenduristî û ewlehiyê bên başkirin û ji bo vê yekê jî dê heta dawî têkoşîna azadî û aştiyê bimeşînin. Girseyê piştî meşê dîsa bi heman siloganan heta avahiya BDP'ê ya Kopê meş pêk anîn û çalakî bi dawî kirin.