Li Kolombiyayê vîrûsa Zîka ji texmînan kêmtir belav bû
Vîrûsa Zîka ku bi mehan e li wlatên Başûrê Amerîkayê belav bûye, ji texmînan kêmtir belav bû.
Vîrûsa Zîka ku bi mehan e li wlatên Başûrê Amerîkayê belav bûye, ji texmînan kêmtir belav bû.
Vîrûsa Zîka ku bi mehan e li wlatên Başûrê Amerîkayê belav bûye, ji texmînan kêmtir belav bû. Piştî Brezîlyayê vîrûs herî zêde li Kolombiyayê belav bû. Hat ragihandin li vî welatî 61 nexweşên bi vê vîrûsê hatin tespîtkirin. Balkêş e ji van herî kêm 11 jinên ducanî ne.
Li gorî daneyên meha Adarê yên ji aliyê Estîtuya Tenduristiye ya Neteweyî (INS) ve hatin weşandin, hejmara mirovên li Kolombiyayê bi vîrûsa Zîka ketine 61 hezar 393 kes in. Di nava 20-26'ê Adarê de 2 hezar 555 nexweşên nû hatin tespîtkirin. Hat ragihandin, ji van 11 hezar 239 jinên ducanî ne û bi vîrûsê ketine.
Li Brezîlyayê bi qasî 1,5 mîlyon mirov bi vîrûsa Zîka ketine. Piştî Brezîlyayê ev vîrûs herî zêde li Kolombiyayê belav bû. Dihat texmînkirin ku 600 hezar kes bi vîrûsê bikevin. Di daxuyaniya meha Adarê de hatibû ragihandin, ku pêkane vîrûs veguhere şewbeke mezin.
Vîrûsa Zîka ji celebê kermêşa bi navê Aedes Aegyptî derbasî mirovan dibe. Dema jinên ducanî bi vîrûsê dikevin, hingî bi zarokên nû ji dayik dibin re nexweşiya bi navê mîkrosefalî rû dide.
Vîrûs di serî de li Brezîlyayê li dehan welatan hat dîtin. Hêvî û bendewarî ew e ku heta Olîmpiyadên meha Tebaxê yên li Rîo de Janerîo, ev vîrûs ji holê bê rakirin.