Li Kolombiyayê ji bo agirbestê lihevkirin
Li Kolombiyayê bi armanca ku dawî li şerê navxweyî yê 50 salî bê dayîn, di muzakereyên tên berdewankirin de ji bo rawestandina pevçûnan, li hev kirin.
Li Kolombiyayê bi armanca ku dawî li şerê navxweyî yê 50 salî bê dayîn, di muzakereyên tên berdewankirin de ji bo rawestandina pevçûnan, li hev kirin.
Li Kolombiyayê bi armanca dawî li şerê navxweyî yê 50 salî bê dayîn, di muzakereyên tên berdewamkirin de ji bo rawestandina pevçûnan, li hev kirin.
Muzakereyên ji Mijdara 2012’an de heta niha li paytexta Havana ya Kubayê didomin, pêş dikevin. Hefteya bihurî Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) têkidlarî rawestandina êrîşan de daxuyaniyek da û piştî vê hikûmetê bersiva erênî da.
Dîplomatê Kubayî Rodolfo Benîtez û navbeynkarê Norveçî Dag Nylander daxuyaniyek dan û diyar kir ku artêşa Kolombiyayê di mijara rawestandina êrîşan de helwestek erênî nîşan daye. Li gorî vê FARC û nûnerên hikûmetê di mijara rawestandina pevçûnan de li hev kir.
Di lihevkirinê de hat diyarkirin ku ji bo îmzekirina peymana aştiyê wê hewl bê dayîn. Artêş û FARC wê ji bo aştiyeke mayîn de xebatan didomîne.
Li Kolombiyayê di 1964’an de gundiyên li mafê xwe geriyan, serî hildan û pevçûnan destpê kir. Di pevçûnan de heta niha 220 hezar kes mirin. FARC bi hezaran gerîlayên xwe beşeke mezin a welat di destê xwe dihêle û hefteya bihurî agirbest îlan kir. Pevçûn ji meha nîsanê û vir de dîsa dijwar bibûn û bi dehan leşker û gerîla miribûn.