Li Kolnê ji bo Kobanê greva birçîbûnê destpê kir

Li Kolnê ji bo Kobanê greva birçîbûnê destpê kir

Kurdên li eyaleta NRW ya Elmanyayê dijîn, ji bo xwedî li berxwedana li Kobanê derkevin li bajarê Kolnê dest bi greva birçîbûnê kirin. Komê bi daxuyaniyeke çapemeniyê grev ragihand û bang li raya giştî ya navneteweyî kir, ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê têkoşîneke aktîf bimeşîne. Çalakgeran ji hêzên navneteweyî jî xwestin ku li hemberî çeteyên DAIŞ'ê bi lezgînî tedbîran werbigirin.

Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kantona Kobanê û ji bo xwedîderketina li berxwedana li Kobanê, komek ji Kurdên li Eyaleta Nordrhein Westfalen (NRW) dijîn, li bajarê Kolnê hatin cem hev û dest bi greva birçîbûnê kirin.

Çalakgeran bi daxuyaniyeke çapemeniyê daxwazên xwe anîn ziman û komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê şermezar kirni.

Koma tevlî çalakiyê bû berdilkên bi nivîsa "Bese ji terora DAIŞ'ê re" li xwe kir û li ber Dêra Domê ya dîrokî li hev kom bû. Rêxistinên MLKP û Federasyona Elewiyan a Demokratîk jî destek dan greva birçîbûnê. Grev wê di 4'ê Cotmehê roja Şemiyê de bi meşeke girseyî bi dawî bibe.

LI DIJÎ DAIŞÊ BANGA LEZGÎN A ÇALAKIYÊ

Li ser navê çalakgeran Songul Palay bi Elmanî, nûnerê PYD'ê Maha El Mihemmed û bi Tirkî jî Mehmet Surmelî daxuyanî xwendin. Di axaftinan de hat bibîrxistin ku çeteyên DAIŞ'ê ji 15'ê Îlonê û vir ve êrîşî Kobanê dikin û hat gotin, "Çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran ên ji Mûsilê wergirtî, êrîşî Kobanê dikin. Armanca wan têkbirina sîstema Rojava ya Kurdan û dixwazin komkujiyê bînin serê Kurdan. Hovîtiya ku duh li Şengalê kirin îro dixwazin li Kobanê bikin. Dewleta Tirk jî destekê dide vê. Ji aliyê cîhanê ve tê zanîn hem ji aliyê çekan hem jî ji aliyê lojîstîk ve destê dide. Divê raya giştî ya navneteweyî li pêşberî vê rewşê hişyar be. Ji ber ku ev rêxistina terorê gefeke mezin li tevahiya mirovahiyê ye. Divê ev yek tavilê bê rawestandin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li Kobanê gel, bi derfetên xwe li dijî çeteyan li ber xwe dide û ev xal hat destnîşan kirin: "YPG bi derfetên gel şer dike. Li dijî teknîka pêşketî ya çeteyên DAIŞ'ê, bi vîna mirovan mirovahiyê diparêzin. Hêzên navneteweyî hînê li pêşberî van êrîşan bêdeng in. Ji bo dawîanîna li vê hovîtiyê divê alîkariya çekan ji YPG'ê re bê dayîn û dewlet bikevin navberê. Bi hezaran mirov li wir bi xeteriya qetilkirinê re rû bi rû ne."

Çalakgeran daxwazên xwe bi vî rengî xistin rêzê:

-Pêwîste dewleta Tirk sînorên xwe yên bi Rojava re ji bo alîkariya însanî veke.

-Divê her şêwe alîkariya dide çeteyên DAIŞ'ê bi dawî bike.

-Hêzên navneteweyî pêwîste ji bo alîkariya herêmên Rojava û Şengalê bikevin nava tevgerê.

-Ji bo ya li Şengalê rû da neyê serê Kobanê, divê tavilê dest li çeteyên DAIŞ'ê bê werdan.

-Pêwîste Rojava li qada navneteweyî bê naskirin û qebûlkirin.

-Ji bo rizgarkirina jinên li Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin revandin, hewldanek bê kirin.