Li Kobanê xebatên zimanê Kurdî

Li Kobanê xebatên zimanê Kurdî

Li Kobanê 52 şagirtên tevlî asta yekemîn a perwerdeya zimanê kurdî bûn, bi merasîmekê bawernameyên xwe wergirtin.

Li Rojavayê Kurdistanê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) xebatên xwe didomîne. Di çerçoveya kampanyaya perwerdeya zimanê Kurdî de li bajarê Kobanê SZK’ê dewreya zimanê Kurdî ku 52 şagirt tevlî bibûn bi merasîmekê  bi dawî kir.

Di merasîma ku li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido pêk hat de gelek zimanzan û nivîskar jî amade bûn. Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir de li ser navê SZK’ê Mazlûm Dayan axaftinek kir û da zanîn ku mamosteyên zimanê Kurdî bi dildarî xebatên xwe didomînin.

Dayan, anî ziman ku divê nifşên nû yên ku îro bawernameyên xwe digirin jî li ser rêya van mamosteyan bimeşên.

Di merasîmê de koma Ciwanên Şoreşger stran pêşkeş kirin.