Li Kobanê şer û pevçûn dijwar dibin
Li Kobanê şer û pevçûn dijwar dibin
Li Kobanê şer û pevçûn dijwar dibin
Li eniyên rojhilat, başûr û rojava yên Kantona Kobanê şer û pevçûnên di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de li gelek cihan bi dijwarî dom dikin. Di şer û pevçûnan de tangek hate rûxandin û gelek çete hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ji herêmên şer, li gundên Alpelur û Seftikê yên dikevin eniya rojavayê Kobanê û li gundê Helincê û derdora çiyayê Miştenûr ên li rojhilatê Kobanê şer û pevçûn di van saetan de jî dom dikin.
Hat diyarkirin ku di van şer û pevçûnan de bi dehan çete hatine kuştin, lê agahiyên zelal nehatine bidestxistin. Di şer û pevçûnên li gundê Helincê de jî tangek çeteyan hate rûxandin.
Li eniya başûr jî li gelek cihan şer û pevçûn bi dijwarî didomin.