'Li Kobanê di refên pêş de jin hene'
'Li Kobanê di refên pêş de jin hene'
'Li Kobanê di refên pêş de jin hene'
Rojnamevanê DYA'yî Richard Engel ê ket hundirê Kobanê, destnîşan kir ku di têkoşîna li dijî çeteyan de jin li refên herî pêş in. Engel, berxwedêrên Kobanê bi gotina "jin û mêrên wêrek ên mala xwe diparêzin" vegot.
Nûçegihanê televîzyona NBC Richard Engel, çavdêriyên xwe yên li Kobanê vegot. Engel ê gelek çeperên li nava bajarê Kobanê ziyaret kir, di nivîsa xwe ya li ser mijarê de destnîşan kir, ku jin di mewziyên herî pêş ên berxwedanê de cih digirin.
Engel diyar kir ku di nav berxwedêran de cudahiyên weke paye û çîn nîne, her kes bi şêweyekî komunal dijîn û di nav şer de cih digirin û anî ziman ku rewşa li bajêr, ji dîmenên propaganda yên DAIŞ'ê cuda ye.
Engel ê çar rojan li bajêr ma agihand, ku nîvê bajêr di destê berxwedêrên Kurd de ye û da zanîn, ku hejmara zêde ya jinên li çeperên berxwedanê, mirovan matmayî dihêle. Engel cih da gotina gerîlayeke bi navê Viyan ku digot, "Em weke sembola hêzên tevahiya jinên li Rojhilata Navîn li ser piyane" û çîroka gerîlayeke YPJ'ê ya bi navê Peyman vegot, ku tevî du caran birîndar bû jî, li mewziya xwe vegeriya ye.
Engel diyar kir ku berxwedêr, di dema şerê li dijî DAIŞ'ê de ji bo nekeve destê çeteyan çekek din bi xwe re digerînin û tîne ziman ku berxwedana bi navê Berfîn a 19 salî destnîşan dike, ku li şûna dîlketina destê DAIŞ'ê ew ê bombeya destan a li gel xwe biteqîne. Engel gotina Berfîn a "Ez ji vir naçim. Ya ez ê li vir bimirin, yan jî em ê bi ser bikevin" di nivîsa xwe de radigihîne.
Engel bibîr xist ku li gelek bajarên Sûriye yan jî Iraqê, mirovan ji ber DAIŞ'ê cih û warên xwe terikandine û da zanîn ku biryardarî û wêrekiya li Kobanê bandorek mezin kiriye.
Engel diyar kir ku hilweşîna li Kobanê gelekî mezin e lê li hemberî vê moralê berxwedêrên Kurd bilind e û destnîşan kir, ku tevî hemû bêderfetiyan jî bajar li ser piyan e.