Li Kobanê çete ji hin nuqteyên din hatin derxistin

Li Kobanê çete ji hin nuqteyên din hatin derxistin

Şervanên YPG'ê li rojava, başûr û rojhilatê Kobanê li dijî çeteyan çalakiyên bi bandor lidar xistin. Di encamê de gelek nuqteyên ku çeteyan dagir kiribûn, hatin rizgarkirin.

Li gorî agahiyên nûçegîhanên ANHA'yê yên herêma Kobanê ragihandin, li taxa Kaniya Kurdan û Kolana Şaredariyê yên li rojhilatê bajarê Kobanê şer û pevçûn ji duh saetên nîvro ve heta niha didomin. Di encama pevçûnên danê de herî kêm 10 çete hatin kuştin.

Li heman deveran şevên din şervanên YPG'ê hin nuqteyên ku ketibûn destê çeteyan vegerandin. Hejmara kuştî û birîdaran nehat zanîn.

Şevê din şervanên YPG'ê li başûrê Kobanê li dijî çeteyan rêze çalakî lidar xistin. Di encama rêze çalakiyan de hin nuqte ji destê çeteyan derketin û ketin destê şervanên YPG'ê. Der barê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan de ti agahî nehatine bidestxistin. Li vê eniyê şer û pevçûn heta niha didomin.

Şervanên YPG'ê her wiha li gundê Menazê û Girê Îzaê li dijî çeteyan 2 çalakî pêk anîn. Di encamê de 5 çete hatin kuştin. Şer didome.

Topbarana bi çeteyan a li hemberî sivîlên li herêmê jî dewam dike.