Li Kobanê 26 çete hatin kuştin
Li Kobanê 26 çete hatin kuştin
Li Kobanê 26 çete hatin kuştin
Li hember êrîşa dagirkirinê ya çeteyên DAIŞ berxwedana hêzên YPG/YPJ’ê di roja 13. de ye. Şer û pevçûn duh bi şev li her du eniyan dijwar bûn. Di şer de ku êrîş hatin paşdexistin 26 çete hatin kuştin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku duh li her sê eniyan jî şer û pevçûn bi hemû dijwariya xwe dewam kirin û û wiha dewam kir, “Li hember çeteyên ku li gelek qadan bi berxwedana hêzên me şkestin û çalakiyên hêzên me darbeyên giran dixwin.”
Li gor daxuyaniyê; şerê li rojhilatê Kobanê duh li gundê Alîşar û Gazîka zêde bûye.
Li başûrê Kobanê herêma Gemlîk jî şerên dijwar di navbera hêzên YPG’ê û çeteyan de rû dane.
Li eniya rojava jî ku navenda çeteyan bûye Sîftek, li gundê Mînaze yê başûrêrojavayê Kobanê şer hê berdewame.
Di şer û pevçûnên duh ku 26 çete hatin kuştin daxuyaniya YPG’ê ya di wê mijarê de wiha ye: “Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê hatine destpêkirin di roja 13. de dewam kirin. Hêzên me, bi berxwedanek mezin didin nîşandan, bi çalakiyên cur bi cur êrîşên çeteyan têk dibin û derbeyên mezin li wan dixin.”
LI KOBANÊ 26 ÇETE HATIN KUŞTIN
Hat ragihandin ku hêzên YPG’ê li Rojhilatê Kobanê, li hemberî çeteyên ku li derdora gundên Alîşar û Gazika bi cih bûne çalakiyek pêk anîne û wiha dewam kir, “Di vê çalakiyê de wesayîtek Hammer hat rûxandin. Piştî çalakiyê şer derket. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 14 çete di vê çalakiyê de hatin kuştin.
Dîsa li herêma Gemlik a başûrê Kobanê çeteyên ku xwestin êrîş bikin rastî bersiva tund a şervanên me hatin. Çeteyan nikaribûn li hemberî hêzên me xwe bigrin û paşve vekişiyan. Li vir jî herî kêm 3 çete hatin kuştin.”
Li gundê Siftek ê Rojavayê Kobanê jî şerê dijwar pêk hat. Hêzên me li vê herêmê, çalakiyek pêk anîn, wesayîtek rûxandin û 3 wesayît jî hatin derb kirin. Li vir jî 9 kuştiyên çeteyan hatin tespîtkirin.”
Li gundê Mînazê yê başûr-rojavayê Kobanê jî şer cih bi cih dewam dike.”