Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Ew hunermendekî rast ê gel bû

Li Kobanê 24 saetên dawî: 50 çete hatin kuştin

Li Kobanê 24 saetên dawî: 50 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê da xuyakirin ku di şerê 24 saetên dawî yên li eniyên rojava, başûr û rojhilatê Kobanê de herî kêm 50 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin û gelek wesayît û çekên giran ên çeteyan hatine rûxandin. Di şer de 8 şevanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan.

Der barê şer û pevçûnên 24 saetên dawî yên li derdora Kobanê de Navenda Ragihandinê ya YPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku di 15'ê Îlonê de bi armanca dagirkirina Kobanê hatin destpêkirin, dewam dikin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 24 saetên dawî de, li eniyên rojava, başûr û rojhilat êrîşên çeteyan hatine têk birin û gelek çete hatine kuştin.

LI ENIYA ROJHILAT 30 ÇETE HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniyê de der barê encama şerê li eniya rojhilatê Kobanê de ev agahî hatin dayîn:

"Li derdora gundê Mezra Dodê û Kîkan ên li rojhilatê Kobanê, hêzên me li dijî êrîşên çeteyan çalakiyên berfireh pêk anîne. Li vê derê çeteyan derbeyên giran xwarin û pêşvçûna wan hat rawestandin. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin herî kêm 23 çete hatin kuştin. Her wiha wesayitek Hammer, topek 57 û 2 doçkayên 23 hatine rûxandin. Li gundê Şeranê yê li heman eniyê jî wesayitek çeteyan hatiye rûxandin û 7 çete hatine kuştin."

LI ENIYA BAŞÛR 20 ÇETE HATIN KUŞTIN

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê da xuyakirin ku li gundê Halinc û Gulmek ên li eniya başûr jî, êrîşa çeteyan hatiye têk birin got, "Çeteyên ku ji sê aliyan ve êrîşî gundên Halincê kirine hatine têk birin. Di şerê li vê herêmê de herî kêm 8 kuştiyên çeteyan hatine tespît kirin. Li gundê Gulmetê jî hêzên me bersivên tund dane û herî kêm 12 çete hatine kuştin."

DI ŞERÊ ROJEKÊ DE 8 ŞERVANÊN YPG'Ê JIYANA XWE JI DEST DAN

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di şerê rojekê de 8 hevalên me, bi fedekarî û qehremaniyek mezin li ber xwe dane, di rawestandina çeteyan de rolek mezin lîstine û şehîd bûne."