Li Kifriyê 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da
Li Kifriyê 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da
Li Kifriyê 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da
Li qezaya Kifriyê di teqîna li dijî hêzên pêşmergeyan de 3 pêşmerge hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.
Li navçeya Cebarî ya girêdaya qezaya Kifrî ya Herêma Federal a Kurdistanê, otomobîlekî tije teqemenî bi baregeha fewca 3 a hêzên pêşmergeyan ên hêza 70 ya girêdayî pêşmergeyan ve teqiya.
Di teqînê de 3 pêşmerge hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Li gor malpera Xendan, di encama teqînê de 3 pêşmerge hatine kuştin û 8 pêşmerge jî birîndar bûne. Tê gotin ku otomobîl li nêzî hêza pêşmergeyan teqiyaye û ji ber vê yekê jî dibe ku hêjmara kuştî û birîndaran zêdetir bibe.