Li Kîelê bi hezaran îmzeyên ji bo azadiya Ocalan

Li Kîelê bi hezaran îmzeyên ji bo azadiya Ocalan

Li bajarê Elmanya Kîelê, jin û ciwanên Kurd di hefteya çandê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hezaran îmze berhev kirin.

Kampanya azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî re, li gelek navendan dewam dike. Li bajarê Kîel ê eyaleta Schleswig Holstein a Elmanyayê, jin û ciwanên Kurd di çalakiyên hefteya çandê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hezaran îmze berhev kirin.

Di çalakiyên bi beşdariya mirovên ji welatên cûda yên Ewropayê de, kampanya azadî ji Ocalan re li pêwendiyeke mezin rast hat. Kurdistaniyan, pirsên li ser rewşa Ocalan û pêvajoya çareseriyê ya pirsgirêka Kurd, bersivandin. 

'MIN LÎDEREKÎ MÎNA OCALAN NEDÎTIYE'

Leşkerekî berê yê 80 salî yê tevlî kampanya îmzeyan bû got, "Min di tevahiya jiyana xwe de gelek lîder dît. Lê belê lîderekî mîna Ocalan ê ji aliyê gelê xwe ve ewçend tê hezkirin, nedît. Eger ev piştgirî, biryardarî û dilsoziya gelê Kurd dewam bike, wê azadiya xwe bi dest bixe û wê Rêberê wan jî azad bibe."