Li Kerkûkê teqîn: 37 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê teqîn: 37 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê teqîn: 37 kes birîndar bûn
Li navçeyên Kerkûk Xurmatû û Dubisê, di encama teqîna wesaîtên bombebarkirî de 37 kes birîndar bûn.
Îro danê sibê seet li dora 03.10'an de li nêzî avahiya dadgehê ya navçeya Kerkuk Xurmatûyê, wesaîteke bombebarkirî teqiya û di encamê de 29 kes birîndar bûn. Ji ber teqînê li hawirdorê jî zeyaneke mezin a maddî rû da.
Li gundê Heyfa yê ser bi navçeya Dubisê jî, îro danê sibê bi du wesaîtên bombebarkirî êrişek hat kirin. Di encama teqînan de 8 welatiyên sivîl birîndar bûn.
Berpirsyariya êrîşan heta niha kesî negirtiye ser milê xwe.