Li Kerkûkê êrîş: 3 kesan jiyana xwe dest da

Li Kerkûkê êrîş: 3 kesan jiyana xwe dest da

Li Kerkûkê di encama 2 êrîşan de 3 endamên hêzên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dan.

Îro serê  sibê li bajarê Kerkûkê 2 êrîş li devera El-Hecac û Wesatê li hemberî hêzên ewlehiyê pêk hatin, di encam de 3 endamên hêzên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dan.

Hate ragihand ku, li devera El-Hecac, komeke ya çekdaran êrîşeke çekdarî li hemberî yek ji fermandarên Artêşê yê bi navê Serheng Elî Rida Husên ku li Mûsilê bi ser Firqeya 3 a Artêşê ve ye pêk anîn, di encama êrîşê de fermandar Elî jiyana xwe ji dest da.

Ji aliyekî din ve komeke çekdar, li devera Wasêt a Kerkûkê êrîşeke çekdarî li dar xistin, di encam de, 2 endamên hêzên ewlekariyê jiyana  xwe ji dest dan.