Li Kelekê ji bo azadiya Ocalan 2 hezar 800 îmze hatin komkirin

Li Kelekê ji bo azadiya Ocalan 2 hezar 800 îmze hatin komkirin

Li navçeya Kelekê di navbera 7-8’ê Tîrmehê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 2 hezar û 800 îmze hatin berhev kirin.

Li navçeya Kelekê ya Hewlêrê di navbera 7-8’ê Tîrmehê de di çarçoveya kampanya îmzeyan a azadî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî li qada navnetewî  hatiye destpêkirin û li Başûrê Kurdistanê jî serê meha Gulanê hatî destpêkirin, 2 hezar û 800 îmze hatin berhevkirin.

Di derbarê mijarê de, li ser navê însiyatifa kampanyaya îmzeyan Selman Mehmûd û Vîyan Şoreş daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, gelê navçeya Kelekê kampanyaya îmzeyan bi germî pêşwazî kir û hemû beşên civakê beşdarî kampanyayê bûne. Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku, qeymeqamê navçeyê Rizgar Gerdî jî keyfxweşiya xwe anî ziman.