Li kampa penaberan ya Serêkaniyê şewat: 6 zarok birîndar bûn

Li kampa penaberan ya Serêkaniyê şewat: 6 zarok birîndar bûn

Di kampa penaberên Sûriyeyê ya li Rihayê agir bi kona ket û 6 zarok giran birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, şeva din li kampa Tel Hamût ya penaberên Sûriyeyê lê dimînin ya li navçeya Serêkaniya Rihayê şewat derket.

 Di bûyera ku 5 kon bigiştî şewitîn de 6 zarok giran birîndar bûn.

Piştî mudaxeleya destpêkê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê sewqî Rihayê kirin û hate ragihandin ku, xeteriya jiyana 6 zarokan didome.