Li Îzmîrê ji bo serxweşiya gerîla serdana girseyî

Li Îzmîrê ji bo serxweşiya gerîla serdana girseyî

Ji bo gerîlayê PKK'ê Muslum Kaya (Egîd) ê di şerekî sala 1999'an de jiyana xwe ji dest da, konê serxweşiyê hat danîn. Malbata Kaya hînê nû pê hesiyabû ku kurê wan jiyana xwe ji dest daye. Konê serxweşiyê ji aliyê malbata Kaya û Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Malbatên nizmên xwe wenda kirine (YAK-DER) ve hat danîn.

Konê serxweşiyê yê li Parqa Agora îro ji aliyê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Îzmîrê Fûat Mîkaîloglû, Nûnerê HDK yê Egeyê û girseyeke qelebalix ve hat ziyaretkirin.

Girseya gel, bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" li kon hat pêşwazîkirin.

Dayika gerîla Kaya Emîne Kaya bi hêstên çavên xwe hemû ciwan hembêz kir û got, "Her yek ji we hemûyan, Misliman in."

Koma hat serdanê bi yek dengî sirûda "Çerxa Şoreşê" got û ji bo gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz girt. Kom dûrê bi dirûşme û sirûdan, ji konê serxweşiyê veqetiya.