Li Îzmîrê, BDP'yî yên li çalakiya Parqa Gezî rastî êrişê hatin
Li Îzmîrê, BDP'yî yên li çalakiya Parqa Gezî rastî êrişê hatin
Li Îzmîrê, BDP'yî yên li çalakiya Parqa Gezî rastî êrişê hatin
Bi armanca destekdayîna berxwedana Parqa Gezî ya li Taksîmê û şermezarkirina dijwariya polêsan, li Îzmîrê bi pêşengiya DÎSK û KESK'ê meşek hat lidarxistin.
DÎSK, KESK, rêxistinên civakî yên demokratîk û civatên HDK'ê yên li ber Gara Basmane hatin cem hev, bi pankart û dirûşmên êrişa polêsan li Taksîmê şermezar dikin, ber bi Qada Gundogdûyê ve meşiyan.
Meşvan, li Qada Gundogdûyê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.
Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko li vê derê daxuyaniyek da, lê belê di dema dayina daxuyaniyê de komeke alîgirên Goztepe ketin nava girseya çalakiyê û êrişî BDP'yiyên wênên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekiribûn.
Koma alîgirên Goztepe, li ser bersivdayîna di cih de a ciwanên Kurd, yekser ji qadê reviya.
Ciwanên Kurd dûre wêneyên Ocalan li qadê hejandin û komên şoreşger û demokrat jî piştgirî dan wan.