Li Îtalyayê 4 ji 10 ciwanan bêkar in

Li welatê Herêma Euro ya dike nake nikare ji nava krîzê derkeve Îtalyayê, rêjeya bêkaran dîsa zêde bû. Ev rêjeya bêkariyê di nava ciwanan de di asta rekorê de ye.

Li welatê Herêma Euro ya dike nake nikare ji nava krîzê derkeve Îtalyayê, rêjeya bêkaran dîsa zêde bû. Ev rêjeya bêkariyê di nava ciwanan de di asta rekorê de ye.

Li gorî hejmarê demî yên ji aliyê Estîtuya Statîstîkên Neteweyî (Istat) ve hatin weşandin, heta dawiya meha Sibatê rêjeya bêkariyê ya li Îtalyayê ji sedî 11,7 bû. Rêjeya bêkariyê li gorî meha bihurî di asta 0,1 pûanî de zêde bû.

Li gorî daneyên Istatê, rêjeya bêkariyê ya di nava mirovên 15-24 salî de, li gorî meha Çileyê bi 0,1 pûanî kêm bû. Lê dîsa jî rêjeya bêkariyê ya di nava ciwanan de ji sedî 39,1 e.

Bêkariya ciwanên li Îtalyayê li gorî welatên din ên Yekîtiya Ewropayê (YE) û Herêma Euro gelekî zêde ye. Li Herêma Euro di meha Çileyê de rêjeya bêkariyê ji sedî 22 bû.

Li Yewnanîstan, Spanya û Xirvatîstanê jî rêjeya bêkariya ciwanan di ser rêjeya ji sedî 45'an e.

Li gorî hejmarên Istatê, rêjeya enflasyona li Îtalyayê di meha Adarê de li gorî sala bihurî bi 0,2 pûanî kêm bû. Li gorî meha Sibatê jî bi 0,2 pûanî zêde bû.