Li Iraqê fikara şerê navxweyî: Di 5 rojan de nêzî 200 mirî
Li Iraqê fikara şerê navxweyî: Di 5 rojan de nêzî 200 mirî
Li Iraqê fikara şerê navxweyî: Di 5 rojan de nêzî 200 mirî
Di êrîşên li Iraqê pêk hatin de 5 leşkerên endamên îstîxbarata leşkerî û 5 endamên hêzên milîseke li dijî El Kaîdeyê mirin. Di bûyerên şîdetê yên 5 rojên dawî yên li Iraqê de nêzî 200 kesî jiyana xwe ji dest da.
Li bajarê Ramadî ya rojavayê Bexdayê, ev 4 meh e li dij Serokwezîr Nurî El Malîkî çalakiya runiştinê pêk tê. Li nêzî cihê ku çalakî pêk tê di navbera komeke leşker û kesên çekdar de pevçûn derket.
Di encama pevçûnê de kesekî çekdar birîndar bû hate zanîn ku 4 leşker mirine û yek birîndar bûye. Di êrîşeke din de jî leşkerek mir û yek jî birîndar bû.
Li bakûrê Bexdayê li başûrê Tîkrîtê di êrîşa li nokteya kontrolê ya bi bin kontrola hêza mîlîs ya bi navê Şahwa de bû de jî 5 milîs mirin.
Ji roja sêşemê de li welat pêleke şîdetê ya nû heye. Ev pêla şîdetê , bi mudaxaleya pêşandana bi xwîn ya roja sêşemê li Hewîceyê belav bû. Di van êrîşên ku artêşa Iraqê êrîşê çalakgeran kir de 53 kesî jiyana xwe ji dset da. Her wiha şîdetê bûyerê yên ji wê rojê de diqewimin û heta îro nêzî 200 kes mir û 300 kes jî birîndar bû.
MALIKÎ: PEVÇÛNA MEZHEBÎ JI DERVE HAT
Ji hema kanûnê het aniha li herêmên Sunnî li dijî hikûmetê xwepêşendan pêk tên. Çalakger dixwazin Nurî El Malîkî îstîfa bike û dixwazin demildest dawî li polîtîkayên marjînelkirinê yên der barê ol de bê.
Malîkî diyar kir ku ew fikarin ku ‘şerekî navxweyî yê mezhebî’ yê nû pêk were. Piştî dagirkirina Amerîkayê ya 2003’an de di navbera 2006-2007’an de ji ber şerên mezhebî bedelên giran hatin dayîn. Malîkî îro daxuyaniyek da û beyê ku navê welat bike, îdia kir ku bûyerên şîdetê ji derve tên provekirin. Her wiha tê texmînkirin ku Malîkî behsa Suriyeyê dike. Malîkî di axaftina xwe ya televîzyonekê de diya kiribû kul i Iraqê şerên mezhebî şûnde veriya û got ji ber li herêmên din jî dest pê kiriye.
Sefîrê NY’ê Martîn Kobler roja înê daxuyaniyek da û diyar kir ku welat di asteke krîtîk de ye.