Li Îranê di nav du hefteyan de 115 kes hatin darvekirin

Hat îdîakirin ku rejîma Îranê di nav du hefteyan de herî kêm 115 darve kiriye.

Hat îdîakirin ku rejîma Îranê di nav du hefteyan de herî kêm 115 darve kiriye.

Li gor çavkaniyên muxalif di navbera 22 û 26’ê Nîsanê de 30 mehkûm hatine darvekirin.

22’ê Nîsanê li bajarê Şîraz li Girtîgeha Wekîl Abad 9 kes hatin darvekirin.

23’ê Nîsanê 16 kes li bajarên Bender Abas, Kerman û Cîrof hatin darvekirin.

25 û 26’ê Nîsanê sê girtî jî li Zencan û Abhar hatin darvekirin.

Bi giştî di navbera 13-26’ê Nîsanê de 115 kes hatin darvekirin.

Tê texmînkirin ku hejmara hê zêdetir e. Di hefteyên dawî de bi taybet li bajarê Arak gelek girtî bi awayekî veşartî hatin darvekirin.