Li Îdirê çalakiya rûniştinê

Li Îdirê çalakiya rûniştinê

Bi pêşengiya BDP'a Îdirê, li navenda bajêr çalakiya rûniştinê ji bo ku "hukûmet gav biavêje" pêk hat.

Kampanyaya ku bi şîara "Hukûmet gav biavêje" bi pêşeniya Navenda BDP'a Giştî ve hatiye destpêkirin bivê munasebetê BDP'a Îdirê li ber avahiya xwe çalakiya rûniştinê pêk anî. Di çalakiya ku pêk hatî de pankarta "hukûmet gav biavêje" hatibû daliqanîn di çalakiyê de Serokê BDP'a Îdirê Mehmet Anar, wekîlê serokê şaredariya BDP'a Îdirê Huseyîn Malk, nûnerên bajar û navçeyê jî dinav de gelek welatî beşdarbûn. Çalakiya ku bi saetan berdewam kir bi çepikan bi dawî bû.