Li Hezexê ji bo piştgiriya girtiyan greva birçîbûnê
Li Hezexê ji bo piştgiriya girtiyan greva birçîbûnê
Li Hezexê ji bo piştgiriya girtiyan greva birçîbûnê
Li Hezexê ji bo balê bikşînin ser çalakiya gireva birçîbûnê ya 21 girtiyên Tekîrdagê bi daxuyaniyekê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin.
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê nûnerên saziyên sivîl ên civakî û rêveberen BDP'ê li gel xebatkarên şaredariyê ji bo balê bikşîne ser çalakiya gireva birçîbûnê ya 21 girtiyên Tekîrdagê dest bi girevê kirine bi daxuyaniyekê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin.
Koma ku li Parka Aştî ya Taxa Turgut Ozalê kom bûn, bi daxuyaniyekê dest bi çalakiyê kirin. Rêveberên BDP'ê û gelek kesên din ji bo rojekê ketin gireva birçîbûnê
. Hevserokê BDP'a Hezexê Ekrem Şavli, diyar ir ku 21 girtî 34 rojin li Girtîgeha Tekîrdagê di gireva birçîbûnê dene û xwest daxwaza girtiyan pêk bê.
Şavli, ani ziman ku ew heta dawî piştgiriyê didin girtiyan û dixwazin bi lezgîn daxwazên wan bên qebûlkirin.
Komê piştî daxuyaniyê li Parka Aştiyê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kir