Li Hewlêrê ciwanên welatparêz dê meşekê li darbixin

Li Hewlêrê ciwanên welatparêz dê meşekê li darbixin

Ciwanên Welatparêz li Hewlêrê ji bo baregehên leşkerên Tirk ên li Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê bên rakirin amadekariyên meşeke girseyî dikin. Bi vê mebestê daxuyaniya çapemeniyê dan û bang li hemû ciwanên welatparêz kirin ku beşdarî meşê bibin.

Li Hewlêrê Ciwanên Welatparêzên Kurdistan (Gencanî Welatparêz) ji bo rakirina baregehên leşkerên Tirk ji Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê di sala 2012’an de kampanyaya îmzeyan dabûn destpêkirin û di kampanyayê de 480 hezar îmze hatibûn komkirin dê meşekê li dar bixin. Ciwanan îmzeyên kom kirin bi rêya Fraksiyona GORAN re ji Parlamentoya Herêma Kurdistanê re pêşkêş kiribûn. Lê heta niha jî derbarê vê mijarê de ji aliyê Hukûmeta Herêma Kurdistanê ve tu bersiv nehatiye dayîn.

Ji ber sedema bêdengiya hukûmet û Rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê, Ciwanên Welatparêz amadekariyên meşeke girseyî dikin. Ciwanan têkildarî mijarê  daxuyaniya çapemeniyê dan. Daxuyaniya ji aliyê Endamê Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê Ehmed Sabir ve hate xwendin de wiha hat gotin: "Em wek Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê di 13’ê Hezîranê roja Pêncşemê seet di 17:30’an de li Baxçeyê Ronakî heta navenda Bazara Hewlêrê meşekê dê li dar bixin. Bi vê mebestê em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku beşdarî vê meşê bibin da ku baregehên leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê derxin. Lewra em beşdarbûna vê meşê weke ferz û erkekî neteweyî û wijdanî dibinin û pêwîste ciwanên me jî li ser vê bingehê tevbigerin."