Li Hewlêrê 115’emîn salvegera Rojnamevaniya Kurdî hat pîrozkirin
Li Hewlêrê 115’emîn salvegera Rojnamevaniya Kurdî hat pîrozkirin
Li Hewlêrê 115’emîn salvegera Rojnamevaniya Kurdî hat pîrozkirin
Di 115 salvegera Rojnamegeriya Kurdî de li Hewlerê bi merasîmekê pîrozbahî hat li darxistin. Di merasime de tevî rêveber endam û nunerên sendiqaya rojnamegerên Herêma Başurê Kurdistanê Sernivîskarê rojnameya Azadiya Welat Ramazan Olçen jî amade bû.
Beştarvanên merasîmê pêşi li ber deriyê avahiya Sendîqaya Rojnamevanên Kurd çend deqeyan rawestiyan. Daxuyaniya li kolanê ji aliyê cîgirê Serokê Rojnamevanên Kurd Şivan Dawidî ve hat dayîn. Dawidî di daxuyaniyê de diyarkir ku bi armanca protestokirina zextên li ser rojnamevanan a li Herêma Kurdistanê ew vê çalakiya rawestandinê li dardixin.
Pişti çalakiya li kolanê bi amadebuna nûner û endamên Sendîkayê daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Serokê Sendîqaya Rojnamevanên Herêma Kurdistanê Azad Heme Emin ve hat dayin.
Emin di daxuyaniyê de cejna rojnamevanan pîroz kir û diyarkir ku di roja cejna Rojnamevanên kurd de divê li ser pirsgirêkên medyaya kürdi û pîşeya rojnamevaniyê were axaftin û wan bi vê armancê bi navê hemû endamên sendîkayê û meclisa sendiqaya rojnamevanen kurd manîfestoyek amade kirine. Azad Heme Emîn got ku wan isal biryar daye ku xelatek zêrîn a Mithat Bedirxan were dayîn u ji ber xebata wan a hêja ku gelek xebatkar û rojnamevanên wan rastî zextan hatinê u niha di zindanê de ne biryar dane ku bidin rojnameya Azadiya Welat .
Emîn diyarkir ku Xelata zêrîn wê di rojên pêş de bi amadebuna gelek rojnamevanên kurd û biyanî panelek were li darxistin û di wê panelê de li ser pirsgirêkên rojnamevaniya kurd were rawestandin. Di heman demê de xelata zêrîn bidin Rojnameya Azadiya Welat. Serniviskarê Azadiya Welat Ramazan Olçen jî ji Ajansa Nuçeyan a DIHA yê re axivî û diyarkir ku di rojeke Azadiya Welat layîki xelatê hatiye dîtin lê di heman rojê de li Tirkiyê 46 rojnamevanên kurd tên darizandin. Ji ber vê ew di alîkî de xemgîne û di alîkî de kefxweşiyê dijî.
BI SAYA WAN TÊKOŞÎN LI ÇAR PERÇEYAN HAT BIHÎSTIN
Ramazan Olçen balkişand zextên li ser rojnamegeriya kurd û diyar kir ku xeteke berxwedanê hatiye afrandin û diyarkir ku di saya rojnamevanan de tekoşina her çar parçên hat bîhistin. Olçen xelat di kesayeta Apê Musa, Mazlum erencî, Gurbetteli Ersoz û gelek rojnamevanên jiyana xwe ji dest daye kir. Seroka baskên rojnamevanên jin a Senqîqeya rojnamevanên herêma Başurê Kurdistanê Çîman Kanikî jî balkişand ser pirsgirêken rojnamevanên jin û da zanin ku jin di pişeya rojnamevaniyê de zedetir rastî zextan tên. Çîman Kanikî zextên li ser rojnamevanên jin yên li bakurê kurdistanê jî şermezar kir û tekoşina wan weke serbilindiya hemu rojnamevanan bi nav kir. Cigirê Serokê Senqikeya rojnamevanên kurd Şivan Dawidî jî ji ajansa DIHA yê re axivî u balkişand ser astengiyên li ber rojnamegeriya Kurdi û diyarkir ku astengiyên hene nikarîbuye li ber pêşketina medyaya kurdi bigre. Dawidî da zanin ku ji bo damezrandina federasyona rojnamevanên kurd li her çar parçên kurdistanê xebat didome. Li ser sedema xelat dayîna Azadiya Welat jî Dawîdi diyarkir ku gelek rojnamevanên Azadiya Welat jiyana xwe ji dest dane, hinek li zindanin lê dîsa jî ji bo pêşkixtina ziman u rojnamegeriya kurdi roleke mezin listiye.