Li Hewîcê pevçûn: Kuştî û birîndar gelekin

Li Hewîcê pevçûn: Kuştî û birîndar gelekin

Li bajarokê Hewîce ya girêdayî Kerkûkê hêzên rejima Iraqê êrîşî xwepêşandana kirin û hate ragihandin ku, di êrîşê de  gelek kuştî û birîndar hene.

Hate ragihandin ku, li bajarokê Hewîce ya girêdayî Kerkûkê hêzên fermandariya Dîcleyê êrîş ya Iraqê êrîşî gel kir û di êrîşê de gelek kuştî û birîndar hene. Hate diyarkirin ku, piştî hêzên rejima Iraqê êrîşî gel kirin, pevçûn derket û hêzên fermandariya Dîcle bi alîkariya helîkopter, bombeyên gazê û ava şid êrîşî gel dike.

Hate îdiakirin ku, di êrîşê de herî kêm 50 xwepêşandan hatin kuştin û zêdetirî 200 kesan jî birîndarin, her wiha hate gotin ku, 6 leşkerên rejima Iraqê jî hatine kuştin û 11 jî birîndarin. Hate ragihandin ku, pevçûn hêjan didomin.