Li Hesekê teqîn

Li Hesekê teqîn

Li nêzî dadgeha rejîmê ya li bajarê Hesekê teqînek pêk hat.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin îro li Meydana Hafiz Esed (Meydana Reîs) a li navenda Sûka Hesekê ku li nêzî avahiya dadgehê ye, teqînek rûda. Hate gotin ku di encama teqînê de destê peykerê Serokê Sûriyê yê berê Hafiz El-Esed şikestiye.

Piştî teqînê hêzên rêjîmê hemû rê girtin û nehiştin ku tu kes biçe cihê teqînê. Lewre derbarê encamên teqînê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.