Li Hesekê kampanya ‘azadiya Ocalan’ bigirseyî destpê kir
Li Hesekê kampanya ‘azadiya Ocalan’ bigirseyî destpê kir
Li Hesekê kampanya ‘azadiya Ocalan’ bigirseyî destpê kir
Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bi tevlîbûna sedan kesî ji hemû pêkhateyên bajêr Kurd, Ereb, Asûrî û Suryanî, nûnerên piraniya saziyên sivîl û partiyên siyasî , kampanya îmzeyan a azadiya Rêbarê Gelê Kurd Abdulah Ocalan destpê kir.
Li Bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê kampanya berhevkirina îmzeyan bi mitîngekê destpê kir. Mitîng bi beşdariya sedan kesî ji nûnerên hemû pêkhateyên bajêr, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî mitîng hate lidar xistin. Mitîng bi rêzgirtinê destpê kir, piştre Endamê Desteya Bilind a Kurd Ebduselam Ehmed axivî û da zanîn ku, gelê Kurd di demeke dîrokî de jiyan dike.
Ehmed diyar kir ku, tundiya li Sûriyeyê nîşane ku gelê herêmê berê xwe daye çekan û dixwazin ku bi çekan pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ehmed dest nîşan kir ku, gelê Kurd wekî yên din ne kir û berê xwe da ava kirina civakeke demokratîk ku hemû netewên herêmê wek hev jiyan bikin.
Di berdewama axaftina xwe de Ehmed bal kişand ser rewşa Bakurê Kurdistanê û hewldanên kurdan ji sala 1993᾿an ji bo çareser kirina pirsgirêkê bi awayekî aştiyane, lê aliyê din her dem hebûna kurdan qebûl nedikir û berê xwe didan tundiyê. Ehmed bal kişand ser pêvajoya aşîtiyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan daye dest pê kirin û got ku, ji bo ku pêvajo bi serkeve pêwîste Ocalan serbest were berdan û kampanya îmzeyan ji bo azadiya Ocalan tê wateya piştgirtiya pêvajoyê.
Di mitîngê de peyamên partiyên siyasî û saziyên civakî jî hatin xwendin. Di peyaman de piştgirtiya pêvajoyê hate kirin û doza azadiya Ocalan hate kirin.
Piştî ku mitîng bi dawî bû welatiyan îmzeyên xwe ji bo azadiya Ocalan dan.