Li Hesekê ji bo azadiya Ocalan 36 hezar îmze hatin berhevkirin

Li Hesekê ji bo azadiya Ocalan 36 hezar îmze hatin berhevkirin

Komîteya Berhevkirina Îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku, wan di hemleya xwe ya yekem de 36 hezar îmze berhevkirine. Komîteyê destnîşan kir ku, dê di demek nêzîk de dest bi qonaxa 2'yemîn a berhevkirina îmzeyan bikin.

Komîteya berhevkirina îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di meha Hezîranê de dest bi berhevkirina îmazeyan kiribû û di Mijdarê de bi dawî kiribû. Komîteyê diyar kirin ku, di 330 îmzeyên girtiyên di girîtgeha Hesekê de girtîne bi giştî 36 hezar îmze berhevkirine. Derbarê mijarê de endamê komîteya berhevkirina îmzeyan Şêxmûs Ehmed diyar kir ku, gelek endamên partiyên siyasî jî tevlî kampanya berhevkirina îmzeyan bûne. Ehmed da zanîn ku, 330 girtî û gelek rewşenbîr û kesayetên ereb û xiristyan jî îmzeyên xwe dane.

Endama Komîteya berhevkirina îmzeyan Sûad Xelo jî destnîşan kir ku, pêkhateyên bajêr ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan dane. Xelo diyar kir ku di demeke nêz de ew dê dest bi qonaxa 2'yemîn a berhevkirina îmzeyan bikin.